CîhanCivak

Serok erkanê Tirkiye serdana hêzên Silopî kir

Serok erkanê Tirkiye Hulusi Akar  li gel berpirsên bilindên artêşa Tirkiye serdana Silopî kir.Wek tê zanin dema operasyona Musilê destpê kir gelek peyamên hişk navbera serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan û serokwezîrê Iraqê Ebadî de hatin dayin.Piştî vê Tirkiye biryar da ku ji Başîk dernakevin. Tirkiye destpê kir hêzek mezin ji deverên din yên Tirkiye rêkir Silopî.Niha hêzek gelek mezin ya Tirka li gel çekên giran li Silopî kombûye. Ji bo kontrol kirina vê hêzê serokerkanê Tirkiye hate Silopî.Dixweyê dema operasyona Musilê û taybetê piştî azadkirina Musil dê sedema bingehîn ya kombûna hêzek welê mezin baştir bête xûyakirin .Niha gelek spekalasyon li ser kombûna arteşa Tirk li Silopî tê kirin. Lê dê piştî azadkirina Musilê rewş zelaltir bibe.

Back to top button