Civak

PYD dest danî ser dermana

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragehad ku, Deselata Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dermanên ku Herêma Kurdistanê jibo birîndarên Qamişlo şandibû desteserkirin û heta niha jî ew li ser nexweşxaneyan belavnekieine. Îro 28 Temûzê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihşte BasNews ragehand ku, Serokê Herêma Kurdistanê jibo birîndarên teqînên Qamişlo ferman da ku hemû dazgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkevin rewşa amadebaşiyê û bi tundî ew teqînên terorîstî şermezarkir. Di daxuyaniyê de hatiye: “Wek her care, PYDê careke din derman û alîkariyên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibûn şandin desteserkirin û ew di embarên xwe de li Dêrikê danîne û heta niha ew derman û pêdawîstî li ser nexweşxaneyên bajêr dabeş nekirine.” Daxuyaniya ENKSê amaje bi wê yekê kiriye: “Hemû nexweşxaneyên Qamişlo jiber kêmbûnqa derman û pêdawîstiyên pizîşkî dinalin.” Ji aliyê xwe ve Serokê ENKSê Iberhîm Biro ragehand: “Welatiyên Qamişlo di rewşek pir xerab de derbasdibin, em bi hêvîne ku hemû alî alîkariya birîndar û xizmên şehîdan bikin.” Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî teqînên terorîstî li Qamişlo şermezarkir û ferman bi hemû dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên tendurûstî da ku ew têkevin rewşa amadebaşiyê jibo pêşwazîkirina birîndarên Qamişlo û pêşkêşkirina hemû xizmetguzariyên pêwîst û bilez jibo wan.  Rêveberiya Tendurstiya Duhokê jî doh 4 ton derman di riya deriyê sînorî yê Pêşabûrê şandibûn Qamişlo. Sibeha doh 27 Temûzê du teqînên terorstî li Qamişlo pêkhatin û DAIŞê ew teqîn li xwe girtin, bi vê sedemê bidehan welatiyên sivîl şehîbûn û bisedan jî birîndarbûn.Narîn Kobanê/BasNews 

Back to top button