Hêzên li Dijî Terorê bi operasyonek serkeftî keçek Swedî ji destê DAÎŞê azad kirin. Hêzên li Dijê Terorê operasyon dina DAÎŞê de pêkanîn.
Di vê derbarê de, Encumena Asayişa Kurdistanê, ragihand, hêzên girêdayî wê ku wek “Hêza Dijîterorê” tê nasîn, li herêma Mûsilê û li deverên di bin destê DAIŞê de
operasyonek serkeftî pêk anîne.
Encumenê daye zanîn ku di encama wê operasyonê de pêşmergeyên Dijeterorê karîn jineke Swêdî ji nav lepê DAIŞê derxînin û rizgar bikin.
Encumena Asayişa Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, operasyona han roja 17ê vê mehê li navçeyeke nêzîkî bajarê Mûsilê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişê, navê wê jina Swêdî ya ku hatiye rizgarkirin, Marlîn Stîvanî Neverlayn e û temenê wê jî 16 sal e.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew keça Swêdî, par havînê ji aliyê çekdarekî DAIŞê ve li Swêdê hatibû xapandin û derbasî Sûriyê bibû, ji wir jî derbasî Mûsilê bibû.
Li gorî agahiyên Encumena Asayişê, piştî ku aliyên fermî yên Swêdê û malbata wê keçkê daxwaza alîkariyê ji Encumena Asayişa Kurdistanê kir,
Hêza Dijîterorê ew operasyon pêk anî.
Hat gotin ku ew keçik niha li Herêma Kurdistanê ye û prosedûra vegera wê ji bo Swêdê tê amadekirin.