CivakRojev

30 hemwelatîyên Tirkîyê mirin

 

Hersal di serdan û tewafa hecê de ji ber qelebalixî û germê gelek hecî jiyana xwe ji dest didin û dimrin. Bi taybet jiyana pîr û kalên ku tewafa hecê dikin di xeterê de ye.  

Îsal, Ji 30ê Gulanê û vir ve ku yekemîn konvoya hecê ya ji Tirkîyê derket, 30 welatîyên Tirkîyê di serdan û tewafa hecê de jiyana xwe ji dest dan. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, 30 welatîyên Tirkîyê ku 8 jê jin in, ji bo bicîhanîna erkên hecê çûbûn S. Erebistanê jiyana xwe ji dest dan. 

Hat diyarkirin ku piranîya mirinan ji ber krîza dil û nexweşiyên girêdayî kalbûnê pêk hatine.

 

Back to top button