Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî 3 roj ji bo xwe berbijêr nîşandana peywira serokomarê Iraqê diyar kir.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 08.02.2022yê serokê Parlamentoya Iraqê, îro û pê de 3 roj ji bo xwe berbijêr nîşandana serokomarê Iraqê diyar kir û ew kesên dixwazin dikarin wan 3 rojane de bibin berbijêrê serokomarê Iraqê.
Biryar bû duh demjimêr 12:00ê nîvro Parlamentoya Iraqê duyem civîna dema pêncem pêkbîne û serokomarê Iraqê helbijêre. Lê ji ber rêjeya yasayî ya hejmara parlamenteran temam nebû civîn pêknehat.
Berî naha 25 kesan ji bo serokomartiya Iraqê xwe wek berbijêr nîşandabûn, lê bi vê biryara nû ya Helbûsî ve pêwîste ew kesên ku dixwazin bibin berbijêr ji nû ve navê xwe li Parlamentoyê tomar bikin.