Polîtîk

28 sal li ser 1. hilbijartina Parlemena Kurdistanê da derbas dibe

Îro 19.05.2020 sêşem 28 sal li ser hilbijartina xula yekema Parlemena Kurdistanê da derbas dibe ku têda yekemîn car nêzîkî yek milyon welatî deng bi Parlemenê û kiyanekê Kurdî dan.

Bi giştî heft lîst beşdabûbûn û tenê Partiya Demokrata Kurdistanê bi 51 kursî û lîsta Hevbeşa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan bi 49 kursiyan karîn benda % 7 derbas bikin û bikevin Parlemenê û pênç kursî jî ji bo kotaya Krîstiyanan hate terxan kirin.

Encûmena Niştimaniya Kurdistanê yekemîn rûniştina xwe saz kir, nerazîbûna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye sedema wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji kursiyekê xwe xweş bibê û her dû partî bi 50 kursiyan beşdariya Parlemenê kirin.

Eve jî babetek bû ku bingeha peyva navdar ya “fîftî bi fîftî yan pencih bi pencih” hate avêtin û li ser wê bingehê yekemîn kabîneya Hikumeta Herêma Kurdistanê hate pêkanîn.

Back to top button