Pêşmerge êrîşek giran bir ser DAÎŞê
Hêzên pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan îro li eniya Xazir a li rojhilatê Musilê êrişî navend û baregehên DAIŞê kirin.Berpirsê Ragihandina Fermandeyiya Pêşmerge yê Zêrevanî, eqîd Dilşad Mewlûd ragihand: “Îşev saet 21:30, Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan êrişî 3 otomobîlên tije ji çek û teqemenî yên çekdarên DAIŞê li Eniya Xazir a li rojhilatê bajarê Musilê kirin.Li gor gotina Dilşad Mewlûd, di encama bombebarana pêşmege û balafiran de her sê otomobîlên çekdarên DAIŞê bi barê çek û teqemenî hatin têkbirin û herwiha çekdarên tê de jî hatin kuştin.Mewlûd tekez jî kir, ku ev êriş û bombebaran, li ser agahiyên hûr ên hêzên pêşmerge bûye.Eniya şer a Xazir, li çiyayê Hesen Şam a li rojhilatê Musilê ye û bi qasî 45 km dûrî bajarê Musilê ye. Ji ber liv û tevgerên zêde yên çekdarên DAIŞê li wê derê, balafirên hevpeymanan gellek caran wê navçeyê bombebaran dikin.