2 xwekujên teqînên Hewlêrê kurd bûn
Li gorî agahiyên ku gihîştiye destê Rûdawê, ew du xwekujên ku bi kemera bombekirî êrişî Asayişa Hewlêrê kiribûn, kurd bûn. Her wiha hat zanîn, kesên ku otomobîlên ku di êrişan de bikar hatine kirrîne û yên ku plana êrişê darêştine jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatine girtin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di dema êrişê de jî yek ji endamên grûpa êrişker hatiye girtin û di encama lêpirsîna wî de endamên din ên grûpê li derveyî Herêma Kurdistanê hatine girtin.
Her çiqas agahiyên ku ketine destê Rûdawê heta niha ji aliyê tu saziyeke fermî ya Herêma Kurdistanê ve nehatiye piştrastkirin lê tê gotin ku endamên wê grûpa êrişker ji Mûsilê derbasî Hewlêrê bûne lê agahiyên berfireh li ser nasnameyên wan kesan bidest Rûdawê neketiye.
Li gorî şirovekarên siyasî û aborî, girtina endamên grûpa ku roja 29ê îlona îsal êrişî avahiya asayişa Hewlêrê kirin, serkeftinek mezin e ji ber ku bazirgan û gelê Kurdistanê ji vê yekê dilgerm dibin ku li Herêma Kurdistanê aramî û ewlehiyê têk neçûye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji rojnameya Şerqulewset re da zanîn, “ew grûpa terorîstî ya ku êrişîn avahiyên Asayiş û Wezareta Navxwe li Hewlêrê kiribû, ji Sûriyê derbasî Herêma Kurdistanê bibû” û ragihand, hemû endamên wê grûpê di demeke kurt de ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatin girtin.
Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, lêkolîn û lêpirsînên derbarê teqînên Hewlêrê ber bi dawiyê ve diçin û dê di demek nêzîk de encaman ji raya giştî re werin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişê ku roja 8ê cotmehê hat ragihandin, ew grûpa êrişkar ji derfeta ku dawiya meha borî bo derbasbûna welatiyên deverên din ên Iraqê hatibû pêşxistin, sûd wergirtibû û derbasî nav Herêma Kurdistanê bibû.
Tê zanîn, di encama teqîn û êrişên roja 29ê îlona îsal de li dijî avahiyên asayiş û wezareta navxwe li Hewlêrê, 7 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan û 72 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan karmendên asayişê ne.
Li gorî agahiyên asayişê, di bûyerê de 6 xwekuj jî hatin kuştin.