Civak

2 milyon û 217 hezar turîtan serdana Kurdıstanê kiriye

 

Li gor amarên desteya giştiya turîzmê ya herêma Kurdistanê di sala 2012ê de 2 milyon û 217 hezar turîstan serdana serdana deverên cuda yên herêma Kurdistanê kiriye.

Duhî, Nard Rostî berdefkê desteya giştiya turîzmê a herêma Kurdistanê di preskonfrensekê de li  bajarê Hewlêrê got:

Di sala 2012ê de 2 milyon û 217 hezar turîst hatine herêma Kurdistanê û hujmara turîstan bo herêma Kurdistanê miqayse digek par ji %30 zêde kiriye. 

 

Rostî got jî ku, li herêma Kurdistanê, 444 hotêl, 242 motêl, 54 gundên tûrîstî, 1 hezar û 480 resturant û kafeteriya hene ku, ew jî bi rêjeya ji %3ê zêdebûne.


W
eke tê zanîn Hewlêr weke paytexta turîzmê a welatên erebî bo sala 2014 hatiye destnîşan kirin.

Back to top button