Civak

Asayîşa Kurdistanê: PKK tohmetbar e

Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê di derbarê teqandina otomobile berpirsê PDKê yê Şaxa Kelarê Ekrem Salih daxûyaniyek ragihand û di daxûyaniyê de PKKê tohmetbar dike.

Di daxuyaniya Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê bi vî awayiye:

“Ev heyameke grûpeke çêkdarên PKKê bi bername hewl dide hemwelatî, kadro û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikuje.

Di çalakiya xwe ya dawî ya êrişa 15ê Tîrmeha 2024an de li bajarê Kalarê otomobîla berpirsekî PDKyê bi bombeyekî kir armanc.

Di heyama sê salên derbasbûyî de, vê grûpa wêranker çend welatî û endamên hêzên parastina Kurdistanê kirine armanc û hinek ji wan şehît bûne.

Lê ew di hinek çalakiyên xwe yên têkder de serkeftî nebûne.

Herwiha ew grûp bi şewitandina cihên giştî, bazar û navendên danûstendinê yên Herêma Kurdistanê û herêmên din nefreta xwe nîşan didin û wan zerer gihandiye bazirgan û welatiyên Herêma Kurdistanê. 

Ew grûp bûne amûra bazirganî û belavkirina madeyên hişbir û karên neqanûnî li herêmê û li ser asta navneteweyî dikin.

Ev serdestiya grûpa wêranker a PKKyê, paşeroja herêmê dixe ber metirsiyên herêmî û navneteweyî û dibe sedema karên neyînî û nexwestî.

Berdewamiya van kiryarên dê bêbersiv nemîne û berpirsyariya her encamekê jî rêveberiya rêxistinê ye.”

Back to top button