Civak

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Kilîseya Mesîhiyan kir

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Mesîhiyên Kurdistanê kir.Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo gehandina peyama pîrozbahiya xwe ya bi minasebeta ji dayikbûna Hz Îsa Mesîh serdana Kilîseya Mesîhiyan ya li Enkaweyê kir.Serokwezîrê Kurdistanê di vê serdana han de li ser navê gelê Kurd û hikûmeta Kurdistanê kirîsmes li Mesîhiyan pîroz kir û hêvî xwest ku cejna han bibe cejna xêr û xweşî û azadî.Serokwezîrê Kurdistanê her di çarçoveya serdana han de gotarek jî pêşkêş kir û bahsa girîngiya bihevre jiyanê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan wargeheke arame bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî û hikûmeta Kurdistanê jî bi her awayî hewl bo dabîn kirina jiyaneke aram û dadmend bo tevahiya pêkhateyan dide. 

Back to top button