Cîhan

DYA: Di derbarê serdana Erdogan de, tiştekî plankirî nîne

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby bersiva pirsa serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan a Amerîkayê da û got, “Tiştekî di derbarê serdanê de nehatiye plankirin.” Ev daxuyanî piştî hevdîtina Erdogan a bi Haniye re hat dayîn.

Dihat gotin ku,dê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di 9ê gulanê de bi serdanek fermî biçe Amerîkayê û cara ewil li Qesra Spî bi Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ra bicive. Lê hat îdiakirin ku, ev serdan betal bûye. ji Qesra Spî der barê mijarê da daxuyanî hat.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby li ser pirsa der barê ziyareta Erdogan da wiha got, “Tiştek di derbarê serdana Serokomar Erdogan de tune ye.”

Erdogan û Biden herî dawî di Lûtkeya Serokên NATOyê ya ku li Vilniusa paytextê Lîtvanyayê hat lidarxistin de, Tîrmeha 2023an hatibûn ba hev. Piştî ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATOyê pejirand, têkiliyên her du welatan geş bûn.

Daxuyaniya Qesra Spî ya “di bernameyê de nîne” piştî ku Erdogan dawiya hefteyê lîderê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Haniye qebûl kir hat.

Ev cara ewile Serokomarê Amerîkayê Joe Biden piştî ku di Çileya 2021an de dest bi kar kirî, ev cara ewil e Erdogan dawetî Qesra Spî dike.

Back to top button