Cîhan

Her du Serok Nêçîrvan Barzanî û Rayîsî tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li Têhranê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Raîsî re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Navxwe û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha cîrantiya baş kir û tekez li ser berjewendiyên hevbeş kir. Herweha bilindkirina asta têkeliyên bazirganî û aborî û bilind nirxanda peywendiyên kevnare Di hevdîtinê de behsa dîroka Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkariyên ku ji bo heciyên îranî yên pîrozbahiyan li başûrê Iraqê dema ku ji Herêma Kurdistanê derbas dibin, dike. Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariyên Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de li ser pêwîstî û giringiya berdewamiya hemahengî û hevkariyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina aştî û aramiya navçê tekez kirin.

Back to top button