Polîtîk

Zinar desta semînera berdewam dike

SEMINER – 1
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar, roja 21ê Nîsanê dest bi semînerên xwe yên sala 2015an kiriye. 
Li ser daxwaza Zanîngeha Wanê beşa Zimanê Kurdî, li Wanê di nava çar rojan de pênc semîner dane.
Pêşî hevdîtina wî bi rektorê zanîngehê Prof. Dr. Peyami Battal, bi gelek profesor û doçent û mamsteyên li wirê  weke Doç Wechî, Doç Nesîmî re çêbûye.
Semînera pêşî saet 18.00 li salona konferansê ji bo mamosteyên Zanîngehê bû. Li dora 20î  mamoste û çend xwendekar jî beşdar bûne. Bi taybetî li ser pêvajora Medreseya Kurdî ya hezarsale  û zaravayên Zimasnê Kurdî rawestiyaye.

 

SEMÎNER – 2
Semînera Zeynelabidîn Zinar a duyemîn saet 13.00  (22/4), li Lîseya Fenê bû.
Li dora 270 xwedekar ji polên cuda li salona konferansê beşdarî semînerê bûne.
Diyar e ku ev xwendekar gelek zîrek û jêhatî ne û li herêmê ev lîse  jî yekemîn xwendegeh e.
Babetên ku pêşkêşê xwendekaran bûne, bi kurtî ev in:
Dilqên xwendinê.
Demantiya xwendina keç û lawan.
Melayê Bateyî û naveroka Mewlûda Kurmancî.
Ehmedê Xanî.
Di Toreya Kurdî de rêzgirtin.
Zimanê Kurdî.
Semîner bi qederê saetek û nîvê hem bi titkrî û hem bi kurdî domandiye. Piştre çendî ku ji bo pirsan gotin hate kirin jî, lê xuyabû ku ciwanên Wanê ji kirina pirsan fedî dikirin û çu pirs nehatin kirin.  22/ 04/ 2015.

SEMÎNER – 3
Semînera Zeynelabidin Zinar a sêyemîn, roja 22/ 04/ 2015a saet 18.00 li Fakulyeta Îlahiyatê bû. Bi qederê 50 xwendekarên beşê, hem bi kurdî û hem bi tirkî  beşdar bûne. Bi taybetî  nivîskarê me li ser Medreseya Kurdî, Çand û Toreya Kurdî rawestiyaye.
Semîner bi qederê 35-40 deqe domandiye.

SEMÎNER – 4
Semînera Zeynelabidin Zinar a çaremîn, roja 23/ 04/ 2015a saet 08.00  li beşa Kurdî dest pê bûye. Çewa ku tê zanîn li vê beşê li dora 60 mxwendekarên ji Başûrê Kurdistanê jî mastera xwe ya bala dikin.
Zinar li ser hawayê lêkolîna li zimanê Kurtdî û zaravayên wî rawestiya û piştre jî agahdarî li ser pêvajora Medreseya Kurdî ya 1000 sale daye xwendekaran.
Li vê polî li dora 75-80 xwendekar beşdarî semînerê bûne.

SEMÎNER – 5
Semînera Zeynelabidin Zinar a pêncemîn, roja 23/ 04/ 2015a saet 13.00  li beşa Endazyarîyê salona Komferansê bû. Semîner saet 15.000  dest pê kiriye û saet li dora 18.00  bi dawî bûye.
Ev semîner ji her kesî re vekirî bû.
Piraniya beşdaran xwendekarên Zanîngehê ji beşên cuda bûne, lê bi giranî xwendekarên beşa kurdî bûne.

Di van her pênc semîneran de jî medya û hin kanalên televizyonan beşdar bûne.

Rojeva Kurd/Wan

Back to top button