Kultur

Zimanê Kurdî li Tirkiyê gihîşt rekorê

Navenda Bicîhkirin û Hilbijartina Xwendevanan OSYM encama ezmûnên bicîhkirina zanîngehan eşkere kir.

Li gor vê encamê 877 hezar kes mafê xwendina zanîngehê bi destxistin. Hilbijartina her sê şampiyonan zanîngehên Bilkent, Bahçeşehîr û Bogaziçi bû. 1 milyon 924 hezar û 550 namzetan 385 hezar 795 mafê xwendina zanîngehê, 286 û 622 kes jî mafê xwendina peymangehê, 205 hezar 367 kes jî mafê xwendina ji derve bi destxistin.

Zanîngehên Bakûrê Kurdistanê ku xwedî beşa Kurdî ne yên wekî Zanîngeha Mardin Artuklu, Bingol û Muş Alpaslan ji ber beşa Edebiyata Zimanê Kurdî gelek balkişand. Her çende li Mardinê cihê 47, Muş 41 û Bingol 41 kesan pêkhatibû. Lê belê bilindbûna puanê van beş û zanîngehan bala xwendekaran kişand. Puanê beşên Edebiyata Zimanê Kurdî ji ber bal û eleqeya mezin ji puanê zanîngehên Enqere û Stenbolê jî gelek bilindtir bûye.

 

Back to top button