Polîtîk

Zilamek û Zimanek / Bavê Min Celadet Alî Bedirxan

Sohbet: Zilamek û Zimanek / Bavê Min Celadet Alî Bedirxan
Söyleşi: Bir Dil Bir İnsan / Babam Celadet Alî Bedirxan
Axêver / Konuşmacı: Sînemxan Bedirxan 24.05.2014 – ÎN / CUMA
Salon II 16.45-17.45
TÜYAP KİTAP FUARI / DİYARBEKİR

Zilamek û Zimanek
Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî ji hevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin.
Me got zimanên mirî zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.
Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbne hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin.
Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.
Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye.
Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayan pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.
Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.
Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn.
Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.
Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda hebû. Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrên zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket.
Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.
Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: divêt cihî vegerin welatê pêşiyên xwe, welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têkde pê baxêvin. Ev ziman jî zimanê pêşiyan, zimanê ibranî ye.
Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parîsê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.
Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e.
Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiribû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.
Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû bû. Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike.
Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû.
Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestînê. Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, keti bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda bi rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê Felestînê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.
Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehoda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine din bû xediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.
Yehûda û xelkê mala wî di zîvariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji fikirine mezin re fedakarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.
Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir ji xwe re xwendevan jî peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina ibraniyê jî kirirn.
Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe çêdikir û bêjeyên ko di zimanekî mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî.
Ev ziman îro di Felestînê û di rex erebî û ingilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî. Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin.
Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve ne anîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê xwe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û pişre di nav mala xwe û bi zar û zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.
Belê ji van kurdan re divêt, gava derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguhêrînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.”
Herekol Azîzan (Mîr Celadet Bedirxan)
Jêder: Kovara Hawarê; hejmara: 40, sala 1942

Back to top button