Kultur

Zîko çavşînên Kurdan dibe Amerîka

Zîrek Mihyedîn wênegirê navdarê bajarê Hewlêrê ku bi “Zîko yê wênegir” hatiye nasîn, projeyekê mezin ya bi navê “Sewzekan”(Keskan) ku taybete bi nasandina nîjad û reçelekê Kurd li Amerîka radigihîne.

Armanca projeya “Sewzekan” ewe kesên çavşîn ku behsa nîjad û reçelekê Kurd dike, bi wê wateyê Kurd ji bingeha xwe de kesên wan yên çavşîn hebûye û neteweyên din ji Kurdan ve çavşîn li nav wan de belav bûye. Kurd li bingeha xwe de kesên çavşîn bûne û neteweyên din ji Kurd ve çavşîn li nav wan da belav bûye

Li hevpeyvîneke taybet da Zîko bi rojnameya “Uşe”yê re gotiye: Eve sê sale kar li ser vê projeyê dikim û armanca min eweye bikarim 50 wêneyên keçên çavşîn û por zerên Kurd kom bikim û li pêşangehek de pêşkêş bikim.

Li gor Zîko ev proje behsa nîjad û reçelekê Kurd dike û dibêje: Kurd her ji bingehê de kesên çavşîn li nav wan de hebuye û li gel hîç neteweyekê din şû nekirine ku bibê sedema belavkirina kesên çavşîn li nav neteweyê Kurd da. Lê belê neteweyên wekî “tirk, ereb, faris” bi tu awayekê kesên çavşîn li nav wan da nebuye û ji ber şûkirina li gel neteweyên din da niha kesên çavşîn li nav wan da belav bûye.

Zîko heta niha 14 wêneyên bi vî awayî amade kiriye û dibêje: Çendîn sale ji bo kanala National Geographic kar dikim. Projeya “Sewzekan” jî li ser daxwaza wê kanalê encam didim û li Amerîka pîşan didim.

Zîko kurê nav û dengtirîn wênegirê bajarê Hewlêrê ye, bavê wî Mihyêdîn Tahîre ku bi “Ebu Sebah” dihate naskirin û niha li jiyanê da nemaye. Her wiha li Hirwatîstanê (Kirwatya) û li bajarê Dubai beşdariya mezintirîn festîvala kultûrî kiriye û tenê li Dubai beşdariya 700 wênegirên cîhanî kiriye ku hezar û 400 wêneyan pêşkêş kiribûn û navê wî li nav deh kesên yekem de cîh girtibû.

Mihemed Cemal

Balkêş e ?
Close
Back to top button