Kultur

Zaxo TV tê vekirin

Li gor rojnameya Evro kul i Duhokê başûrê Kurdistanê derdikeve, dê di destpêka meha bê de, kanaleke televizyonê ya lokal a serbixwe li Zaxoyê dest bi weşana xwe bike.

Kamîran Bêtasî yek ji damezrênerên Zaxo TV ye dot ku dê weşana  Zaxi TVê bigehe bajarê Duhokê, Amêdiyê, Zimar, Qamîşlo û Cizîra Botan û dê li paşerojê berfireh bibe heta digehe Akirê jî.

Bêtasî got:
– Zaxo TV kanalek serbixwe ye û dê zêdetir programên wê perwerdeyî, civakî, werzişî,  hunerî û bi taybetî pirogramên zarokan bin. Çend kur û keç dê di Zaxo TVê de kar bikin û dê piranî bi kirmancî be û nivîsîna teksta jî dê bi kirmancî-latînî be.
Navborî got ku ji bo bajarê Zaxoyê ev televizyon, her çiqas lokal e jî, lê gelek giringe.

Back to top button