Kultur

Zanîngeha Bilkentê dest bi dersên Kurdî kir

Li Tirkiyê zanîngeha pêşîn a taybet ku li Stenbolê hatiye avakirin, herweha di vê dema ku çareseriya Pirsgirêka Kurd jî ketiye rojeva Tirkiyê ji nedî ve dest bi vekirna dersa zimanê Kurdî kir.

Li gor nûçeyeka netgazete.comê Zanîngeha Bilkentê dest bi dersên kurdî kiriye. Pêşî bi navê “Kürtçe’ye giriş”ê ango destpêka kurdî dersekê vekiriye ku di heftiya li pêş de wê ji bo 20 kesî dest bi xwendina wê dersê bête kirin û wek dersa hilbijarte daxwaz ji hemû xwendekarên Zanîngehê hatiye kirin, pêre pêre ew têwerga xwestinê (20 kes) tije bûye.

Ev dersa ku ji aliyê Koordînatoriya Zimanên Biyanî ve hatiye destpêkirin, di heftiyê de du car û her carê jî du saet wê dersa kurdê bête xwendin.
Şagirdên ku qeyda xwe ji bo xwendina zimanê kurdî çêkirine, yên ku malbatên wan bi kurdê dipeyivin jî hene. Lê belê hinekê ku ne Kurd in jî xwestine ku dersa kurdî bixwînin.
Yek ji şagirdên ku qeyda xwe ji bo dersa kurdî çêkiriye. Ozgur Ozyukselê Trabzonî ye û weha gotiye: ”Ez kurê malbateke Trebzonî me, ez fêm dikim ku stiraneke frensî tê çi wateyê, lê dema Şivan Perwer distirê ez fêm nakim ku çi dibêje. Herweha dema ez di riyekê de li zarûkekî Kurd rast têm, dixwazim pê re henek bikim.”

Yeke din jî ku ji bo dersa kurdî qeyda xwe çêkiriye, Betûl Durmuşa Laz e û xwendekara Fakulteya Hiqûqê ye, weha gotiye: ”Ez di pêşerojê de dixwazim ku di Hiqûqa Mafê Mirovan de kar bikim. Zimanekî min jî yê etnîkî heye. Zimanê lazkî jî zimanek e. Lê di malbata min de pir hindik kes heke karin bi zimanê lazkî bipeyivin, lê ez nikarin pê qise bikim. Heweseke min a zêde, ji bo zimanên Anatolyayê heye. Têkiliya bi mirovan re, bêguman sûda zanîna wan zimanan pir heye.”

Hêja ye bê gotin ku di dewra pêş de wê xwendina hin zimanên din jî li Zanîngeha Bilkentê vebin. Di nava wan zimanan de Zimanê Adige yê Çerkezan jî heye ku niha jî ji aliyê gelek çerkezan ve tê bikaranîn.

 

Rojeva Kurd/Stanbol

Balkêş e ?
Close
Back to top button