Polîtîk

Zanayên ola îslamê piştgîrî da peyama serok Barzanî

Îro dûşemiyê 11.04.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li hejmarek mamosta û zanayên ola pîroza Îslamî yê parêzgeha Silêmanî kir.

Di hevdîtinê de, mamosta û zanayên ku amadebûn kar û çalakiyên mamosta û zanayên parêzgeha Silêmaniyê xistin rû. Rewşa vê dawiyê ya parêzgeha Silêmanî û civînên li gel aliyê siyasiyên Kurdistanê û xwepêşanderên li Silêmanîyê bi mebesta gihîştina çareseriyeke guncaw ji bo vê rewşê nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Mamostayên ku amadebûn ezmûna herêma Kurdistanê bi berhema xwîna şehîdan, xebat û têkoşîna gelê kurd dane xuyakirin û tekez li ser wê yekê kirin ku parastina vê ezmûnê erkekî neteweyî û nîştimaniye û herwesa parastina wê erkekî qanuniye jî. Di vêçarçoveyê de amadebûyan bi navê sercem mamosta û zanayên ola îslamî li Silêmaniyê piştgîriya xwe ji bo peyama roja 10/04 ê a serok Barzanî dûpat kirin û amadehiya xwe jî ji bo encamdana her erkek ku di berjewendiya gel û nîştiman da bê derbirîn.  Şandeya zanayên ola îsalmî yên Silêmaniyê ragihandin ku peyama serok neku her mizgînî bexş bû, belku hêvî bexş jî bû û hêvî xwestin ku ev peyam bibe çareseriyeke yek alîker.

Sebaret bi daxwaziyên xwepêşanderan jî mamostayan tekez li wê yekê kirin ku daxwaziyên rewane lê belê divê bi awayekî medeniyane û dûrî tundutîjiyê bixin rû.

Serok Barzanî bixêrhatina mamosteyên dînî kir û di axaftina xwe de got:
–  Axaftina we ji bo min cihê hûrmet û rêz e. Mamostayên olî rolekî berbiçav di kûrkirina erkên olî, neteweyî û nîştimaniyan de hebûye û herdem ol û nîştiman bi pêkve hatiye girêdan. Ji bo wê yekê îro erkê li ser milên weye ku rola xwe ya li ol û nîştiman de bibînin û Kurdistanê berev rêya aramiyê ve bibin.

– Ez jî digel daxwaziyên rewaya xelk im û heqê wane daxwaza çaksaziyê bikin. Di  hevdîtina min ya  digel serok û serokê fraksiyonên li nav civata parêzgeha Silêmanîyê de, wan daxwaz ji min kir ku, ez nûnerê xwe bişînim li ber Dergehê Sera û guh li daxwaziyên xwepêşanderan bigrim. Min wê demê amadehiya xwe nîşan da û fî’îlen min nûnerê xwe şand. Lê belê wan çend mercekî danîn ku eve jî wiha kir ku kar bi encamê negehe.

– Em ne xwedî kiyanekî serbixwe ne heta her tiştekî ku rû bide bandore li ser me neke. Li Misir her çi rû bide her weku dewlet dimînê. Lê belê ewê li Kurdistanê eger ev ezmûn têk biçe êdî dûbare vê derfetê ji bo me narexsênê. Êdî ji bo çi em werin wekî Misir yan her welatekî din bikîn, bila em wekî xelkê Başûrê Sudan bikîn neku Misir û welatên din.

– Min soz bi xelkê Kurdistanê daye bernameyekî çaksazî rêkûpêk cîh bi cîh bikim û peyama min a roja 10/04 jî gelek zelal e û pişta xwe bi sê bingehan girêdide:

1- Beşdariya hevrikan di pêvajoya çaksaziyê de.
2- Beşdariya hevrikan di hikûmetekî bingeha wê berfireh de.
3- Eger na eve jî encamdana hilbijartina pêş wexte.

– Eve her hemû jî divê li çarçêweya şer’iyet û yasada bête encam dan û ji bo vê mebestê jî hêvîdarim her du alî hest bi berpirsiyariya dîrokiya xwe bikin û bi zûtirîn dem dest bi guftûgo û diyaloga li navbera xwe de bikin û bigihin peymanek ku dawî bi vê rewşê bînin.

Back to top button