Polîtîk

YPGê herî kêm ji Artêşa Azad 26 çekdar kuştine

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 14 termên ku li Serêkaniya Suriyê ji koma çekdar a Guraba El Şamê kuştibûn, radesta wan kirin. Hatiye ragihandin ku hîn 12 termên çekdaran jî wê di destê YPGê de ne.

Doh li Serêkaniya Suriyê (Resulayn), komeke çekdar a bi navê Guraba El Şam, ku xwe  girêdayiyê Artêşa Azad a Suriyê dihesbînin, ku ji Tirkiyê derbasa Serêkaniyê bûbûn, meşa ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurd (DBK) ve hatibû organîzekirin asteng kiribûn. Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîlê ku xwestibû biçe ba wan û bi wan re biaxife, ji ber gule reşandina li ser gel, Abid Xelîl û xortekî din jiyana xwe wenda kiribûn û gellek kes jî brîndar bûbûn.

Piştî bûyerê YPGê midaxeleya koma çekdar a Guraba El Şamê kiribû û pevçûnan destpê kiribû. Ev du roj in ku pevçûnên di navbera her du hêzan de dewam dikin. Koma El Şam, li hemberî çekdarên YPGê wendahiyên giran dan. Derkete holê ku herî kêm çekdarên YPGê ji koma Guraba El Şamê 26 kes kuştine û gellek jî brîndar kirine. Îro ji aliyê YPGê ve 14 termên ku ji koma Guraba El Şamê kuştibûn, radesta wan kirin. YPGê eşkere kiriye ku hîn 12 termên koma Guraba El Şamê jî di destê wan de ne.

Li gor agahiyên dawîn, kesên ku ji koma Guraba El Şamê hatine kuştin, jê 3 kes pêşengê koma çekdar bûne. Navê wana jî wiha hatiye diyarkirin: Alî Aksud, Mecîd Abdullah û Fair Hecî Rahîm.

Di pevçûnan de 3 endamên YPGê û endamekî hêza Ewlehiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Endamên YPGê yên ku jiyana xwe wenda kirine; Xalid Omer Hamo, di sala 1981 an de li Serêkaniyê hatiye dinyayê, Salah Eyo Şêxo, di sala 1972 an de li Serêkaniyê hatiye dinyayê, Êzidî û bavê 3 zarokan bûye, Ehmed Sîno Qewas, di sala 1983 an de li Serêkaniyê hatiye dinyayê.  

Dîsa endamê hêza Kurd a Ewlehiyê Silêyman Sîno, di sala 1984 an de li Dirbesiyê ji dayik bûye, jiyana xwe wenda kiriye.

Tê ragihandin ku ji ber operasyoneke berfireh a YPGê a li Serêkaniya Suriyê, komên çekdar li nav Serêkaniyê êdî nehatine xuyakirin.    

Back to top button