Polîtîk

YPG ji Minbicê derdikeve

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku karwanekî Yekîneyên Şervanên Kurd ji Minbicê vekişiya û derbasî nav Rojhilatê Feratê bû.

Wezareta Berevaniya Sûriyê li ser mlapera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ev nav bikar anî, ku karwanekî Yekîneyên Şervanên Kurd, ku ji 30 otombîlan pêk tê ji devera Minbic vekişiya û berê xwe da Rojhilatê Feratê.

Wezareta Berevaniyê dibêje, ev vekişadnin li gor rêkeftina ku berê hatiye kirin, daku jiyan li “bakurê Sûriyê” asayî bibe.

Wezaret dibêje li gor zaniyariyên li ber destê wan, heya niha 400 şervanên Kurd ji Minbicê derketine.

Heya niha jî tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê, derbarê vê daxuyaniya Wezareta Berevaniya hikûmeta Sûriyê nehatiye belavkirin.

Tirkiye hêzên xwe û yên opozsiyona Sûriyê, ku bi navê Artêşa Niştimanî û Mertala Ferat têne naskirin, li raserî Minbic xistine amadebaşiyê.

Berî niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandibû ku, gefên Tirkiyê bo ser Bakurê Sûriyê berdewam in û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ku Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêze.

Heta niha jî, rewşa wê navçeyê ne zelal e, ne jî diyar e, kîjan alî wê li Minbic û Bakurê Sûriyê xwedî desthilat be.

Ji rojavayê Minbicê jî hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarokê Erîme bi hevahengiya li gel Rûsyayê pêgeha xwe li wê deverê bihêz kiriye û hejmareke mezin ji hêzên xwe li wê deverê bicih kiriye û hêdî hêdî ber bi Minbicê tên, lê heta niha ti hêz derbasî nav bajarê Minbicê nebûye.

Di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re, Hevserokê Desteya Rêveber a Encûmena Sivîl a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo da xuyakirin li gor rêkeftina hatiye kirin, dê hêzên hikûmeta Sûriyê navçeyên sînorî bipazrêzin û rewşa nav bajar jî dê wek xwe bimîne.

Back to top button