Polîtîk

YNKê Duhok û Badînan di kongereyê de îhmal kir

Kongereya sêyem ya Yekêtî Niştimanî Kurdistanê bi dawî hat û di kongerê de Celal Talebanî ji nûve bo sekreterê giştîyê YNKê. Kosret Resûl û Berthem Salih di pirosesa dengdanê ra derbas nebûn û ew ji aliyê Talebanî ve weke du cîgirên serkreterê giştî hatin teîn kirin.

Ya ku gelek balêşe ew ku di kongereyê YNKê de nêzîkî 12 kesan ji wîlayeta Duhokê xwe ji bo serokatiya YNK namzad kir bû, lê tu kes ji wîlayeta Duhokê di kongereyê de ji bo serokatiya YNKê nehat hilbijartin û dengên pêdvî wernegrtin.
Li dor vê pirsê Yusif Zozanî berdefkê kongereya sêyem ji Evro ra got: 11 hata 12 kesan ji wîlayeta Duhokê xwe ji bo erokatiyê kandît kir bû, lê tu kes ji wan bo postê endametiya serokatiya YNKê derneçû. Lê bi tenê li sînorê Mûsilê yek kes bi navê Herêm Kemal Axa 693 deng bidest xistin û bû endamê serokatiya YNKê.

Ji 42 endamê serokatiya YNKê bi tenê yek kes nûneratiya hemû Badînan dike û tu kes nûneratiya wîlayeta Duhokê nake. Ev yek jî bûye cîyê minaqeşeyê di navbera endam û alîgirên YNKê li Duhok û Badînan.

Kongereya eêyem ya YNKê ji 1-12 vê mehê  li Silêmaniyê bi rêve çû û nêzîkî 1700 endam tê de bşdar bûn.

Back to top button