Polîtîk

YNK şaş bûye, ya Goran ya Kurdistan?

Piştî daxûyaniya hinek berpirsên YNKê û Tevgera Goran,YNKê civîna xwe ya mekteba siyasî pêkani. Wek tê zanin YNK aliyekî di nava komisyona referanduma serxwebûna Kurdistanê de cîh digre, ji aliyekî daxuyaniyê xwe de pişgiriyek temamî dide referandumê.

Lê ji berî çend rojekî civinek ya YNKê û Goran çebû. Piştî civînê Goran û YNK daxûyaniyek hevbeş ragihandibûn û dabûn xûyakirin ku ew bi merc dikarin pişgiriya referandumê bikin. Û daxwaza paşdexistina referandumê kirîbûn.

Di civînê de du biryar hatin girtin. Piştî civina duh ya YNKê daxûyaniyek hate ragihandin û dibêje:

“Yekem: YNK pabendê referandumê ye li gorî naveroka civîna dawî ya encumena serkirdatiyê, pêdagiriyê jî dike li ser aktîvkirina parlamentoyê û derxistina yasaya referandumê.Duyem: Şandek hat pêkanîn ji bo serdankirina Partiya Demokrata Kurdistanê û Tevgera Goranê, bi mebesta agahdarkirina wan ji serdana şanda YNKê bo dewleyên herêmî, bi armanca gotûbêjkirina derbarê referandum, rewşa aborî, arîşeya girtina ava Zêya Biçûk û rûbaran, û derbarê hinek projeyên bazirganî û aborî de ku biryar bû li sînorê parêzgeha Helebceyê bihêne cîbicîkirin.”

Back to top button