Nivîsar

YNK ji bo Kurdistanê pêwistiyeke yan na?

Rewşa YNKê gelekî xirabe û di aliyê rêxistinî de roj bi roj ber bi pêvajoyek nezanîn ve diçe. Eve çend salin ku YNK nikare kongreya xwe li dar bêxe. Gelek cara serkirdeyatiya YNKê biryar da ku kongreya xwe pêkbîne lê nekarî.

Herî dawî roja 10.102013ê YNK li Qelaçwalan plenyumek li darxist biryarek da ku kongreya YNKê 31.10.2014ê de bête pêkanîn. Eve 5 sal derbas bûn ku YNKê nekarî kongreya xwe kom bike û heta niha jî ne kifşe ku, ka YNK dê kengê kongreya xwe bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.

Eger partiyek siyasî bi salan di nava nakokî û xeletiyan de bê rêve birin û tu cureyê îstikararê di nava rêxistinê de nemîne û herkesek bi aliyekî siyasetê kifş bike, ev yek bandora xwe li hukumeta Kurdistanê û pêşeroja Kurdistanê jî dike. Baş tê zanin ku ji bo YNK xwe ragire û têkneçe Barzanî gelek cara mil da ber YNKê û nehişt ew têk herê. Ev siyaset rastbû yan na, babetek dine.

YNK bûye sembola bê istikrariyê li Kurdistana Başûr. Dost û dijmin jî vê yekê dizanin. Carê mirov difikirê hayina rêxistinek bi vî awayî ji bo welatekî zerere yan feydeyê? Niha YNK di vê qonaxê de dijî.

YNKê de ne tenê rênînên cuda hene rêveberiyên cuda hene û şerek gelek mezin di navbera du heta sê aliyan de heye. Niha hesabê anîna kurê Talabanî Pevel Talabanî ji bo serokatiya YNKê têkirin. Lê Kusret Resol û hevalên wî li gora dixweyê vê yekê qebûl nakin. Nakokiyên di nava YNKê de yan bi kongreyekî tên çareserkirin û yan jî YNK bi awayekî parçe dibe. Heta kongre bi xwe jî nikare yekitiya YNKê ya siyasî û rêxistinî biparêze.

Niha hemû hewldan têne kirin ku kî bibe endamên kongreyê û aliyên nakok hewldidin ko piraniya xwe di kongreyê de pêkbînin, eger kongreyek bê li darxistin.

Herî dawî roja 14.012018ê serkirdeyatiya YNKê daxûyaniyek belav kir û hatibû diyarkirin ku dê kongreyê YNKê roja 5ê Adara 2018ê bê li darxistin. Lê ew biryar jî wek hemû biryarên di derbara kongreyê de ma hewa ve.

Nakokiyên YNKê eşkerene lê wek nehînîbin siyaset tê kirin. Ev yek bi awayekî tê hesabê herkes û aliyekî. Pirsek din heye ku , gelo ev rewşa YNKê ji bo çi ji aliyê medyayê ve bi awayê pêwist ve nayê rojevê. Dê heta kûderê ev yek ji Raya Giştî ya Kurdistanê bê veşartin.

YNK niha bi siyaseta xwe û kar û barên dike di pêvajoyek ya minaqeşeyê de ye. Gelo ji bo Kurdistanê, ji bo yekitîya Kurdistanê, ji bo istikrara siyasî li Kurdistanê û ji bo pêşketin û parastina xaka Kurdistanê YNK pêwistiyeke yan na? Di hemû civakên normal de eger hilbijartin çêdibin dengê xelkê bersiva vê pirsê dide.

Hilbijartinên Kurdistanê yên ji berî niha û yên herî dawî jî hatin kirîn de xelkê bersiva vê pirsê bi awayekî da. Eger ne ji rewşa leşkeribe YNK ne pêwistiyeke. Ji xwe tu garantî tuneye ku her demî YNK cardin li himber Kurdistanê bûyera 16ê Oktoberê tekrar neke.

YNK kongreya xwe demek nêzik neke dê ya mayî jî ji dest herê û rêxistin dibe cureyek din.

2.12.2018
Nûçe/Analîz
N.Firat

Back to top button