Polîtîk

YNK hewl dide pêkanîna hikûmetê paş bixe

YNK, hewl dide pêvendiyên xwe li gel PDKê aloz bike û bi wî awayî armanca wê ew e pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê paş bixe. Rêveberek PDKê jî dibêje ew nakevin bin fişarên YNKê.

Di helbijartinên parlamentoya Kurdistanê PDKê 45 kursî, YNKê jî tenê 21 kursî bidest xist. Lê YNK hewl dide PDKê razî bike, nîvê payeyên hikûmeta pêşerojê ji wan re bê dayîn, herwaha bendewarî hene ku Tevgera Gorran jî beşdariyê li hikûmetê de bike, ji ber wê jî PDK wan fişaran red dike. Di encamê de YNKê bi gelek rêyan ve hewl dide peyvendiyên xwe li gel PDKê têkbibe, ku astengiyê li pêş pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de ava bike. Yek ji wan rêyan jî girtina endamên PDKê ya ji aliyê dijî teror a YNKê û Lahor Cengî ve ye.

Endamê rêveberiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bê şik ew givaşane di demekê de ne ku hikûmeta herêma Kurdistanê tê pêkanîn, givaş jî ser PDKê ne û ji aliyeke din ve jî dixwazin xelkê Kurdistanê bitirsînin. Dixwazin bibêjin eger daxwazên me neyên bicîh anîn wê demê dê pirsgirêk çêbin û rewş dê têk biçe.’’

Herwaha got, PDKê biryar daye û her aliyek li gor ku mafê wî ye di hikûmetê de beşdar bibe. Ji ber wê jî ‘’Eger hin kes wisa bifikirin fişar bixin ser PDKê ve dê kar bikin, bila bizanin PDK nakeve bin wan givaş û fişaran.’’

Navborî got: ‘’Hikûmet dê di dema xwe de pêkbê’’ û her vê mehê de dê parlamento bicive û hikûmet dê pêkbê. Ji ber wê jî ev givaşane ti bandorê li ser hikûmetê nakin. Û diyar kir: ‘’Vê heftiyê civînên me li gel aliyan dê destpê bike.’’

Herwaha endamê PDKê li devera Silêmaniyê Hoşyar Ezîz ji BasNewsê re ragehand, girtina endameke PDKê û çavdêrî kirina endamên PDKê ji aliyê YNKê, ji bo ku nearamiyê ava bikin û kabîneya nû ya hikûmetê paşbixin e.

Herwaha diyar kir: ‘’Di daxuyaniyên wan de em dibînin behas rewabûna şoreşgerî û hêza çekdar dikin û berpirsên wan dibêjin, YNKê kursiyek jî hebe divê hesaba 50+50 bo bê kirin. Ev yek li gel PDKê bingehê wê nayê qebûl kirin. Ji ber PDK naxwaze ti partiyeke din bike şirîkê xwe, ji ber partiyek din jî li qadê heye.’’

Back to top button