Polîtîk

YNK gefa du îdareyî yê dike

Ji ber gefên YNKê yên di vê rewşê de ku di helbijartinan de dengên pêwîst bidest nexistiye, gefa du îdareyiyê dike û ev yek gelek nîgeraniyan jî li gel xwe tîne.

Piştî ragehandina encamên helbijartinan ku berpirsên PDKê ragehandin, bi asanî piraniya parlamentoyê dê bidest bixin û berpirsên YNKê û çapemeniya Silêmaniyê jî careke din du îdareyî xistin rojevê û dibêjin PDK nikare bi tenê hikûmetê pêkbîne û li Silêmaniyê desthilatî ya YNKê ye.

Li hember vê yeke berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Maf nîne carê kesek ewqas bê minet be û pêşbîniya wê yekê bike û bibêje ev bazineya filan aliyekê ye û dê bo me waha biçe ser û emê du îdareyiyê ava bikin. Ji ber ev herêm berhemê bi deh hezaran xwîna şehîd e û nabe kes biwêrê wî tiştî bike û fikra dû parçeyiyê û du îdareyiyê bike.’’

Herwaha got: ‘’Em mijûlin ku di kabîneya vê carê de babeta wezareta Pêşmerge û pirsgirêkên wezareta navxwe çareser bikin, ji ber wê jî behs kirina du îdareyiyê bo navûdengê herêma Kurdistanê jî baş nîne.’’

Herwaha diyar kir PDK bi her awayekî dijî du îdareyiyê ye û rê jî ji tişta waha re nade û hêvî û bendewariyên xwe jî anîn ziman û got: ‘’Birayên me yên YNKê nabe ti demekê vê bifikirin, ji ber divê em bifikirin ku rojek dê bê desthilatî dê dest biguhere û  em xwe li ser vê babetên siyasî fêrbikin û ne fikirin berê xwe bidin du îdareyiyê û xwe belav bikin.’’

Di heman mijarê de berpirsekî diyar ê Tevgera Gorran Berhem Mistefa jî BasNewsê re ragehand: ‘’Her partiyek siyasî gefa du îdareyiyê bike, sedemê wê ji ber ew partî xwedî hêza çekdar e ji ber wê ye. Lê eger partiyeke siyasî hêza wê çekdar nebe, bê guman nikare wê gefê bixwe. Ji ber wê pêwîste di dema nû ya parlamentoya Kurdistanê de hêza Pêşmerge û temamê hêzên çekdar ên din de guhertin pêkbê.’’

Herwaha diyar kir, eger YNK hewla du îdareyiyê bide, dê rastî berpirsyariyeke dîrokî bê. Ji ber ‘’Dîrok wan rewşên waha hemûyan tomar dike. Ya din jî nabe YNK yan jî her partiyeke din bo armanca xwe ya siyasî yan jî bo payeyekî û destkevtên wî yan jî dabîn nebûn, rabe tiştê wisa bike û mafê tine gefa du îdareyiyê bike.’’

Bi baweriya berpirsê Gorran Berhem Mistefa, erkê parlamentoya Kurdistanê pirsa du îdareyî bûnê ‘’Mehkûm’’ bike û bixe çarçoveyekê de ku her hêzekî siyasî behsa du îdareyiyê bike, wekî ku xiyaneta niştimanî lê bê nêrîn. Yan jî her partiyekê dirûşmên du îdareyî bikaranî, parlamento lêpirsînê derbarê wê de veke.

Herwaha diyar kir du îdareyî karekî xirabe û ji aliyê navnetewî ve jî herêma Kurdistanê dê navê wê xirab bike û dervey wê jî dê aliyê civakî de di nav hemwelatî û bajarên herêma Kurdsitanê de bandorek xirab çêbike. Ji ber wê ‘’Eger YNK, yan jî her hêzeke siyasî kar b odu îdareyiyê bike, ev yek dervey mal wêranî û derbederiyê bo hemwelatiyan ti tiştek din nayne.’’

Back to top button