Polîtîk

YNK-ê li ser nivîseke li dijî Malikî Qurbanî derxist

 

Yekêtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK), rojnamevan û nivîskar Arif Qurbanî ji endametiya YNK derxist. 

Piştî ku Arif Qurbanî serokê saziya Xendan û endamê ofîsa ragehandina YNKê, nivîsek li ser hatina Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo bajarê Kerkûkê weşandî ku, tê de rexne li parityên kurdî girtibû û nivîsîbû; Hatina Malikî bo Kerkûkê şikandina heybeta Kuran e, pilîtbûroya YNKê biryar de ku wî ji nav endametiya rêxistina YNK pavêjin.

Arif Qurbanî gelek carana li ser lawaziya helwestê YNKê li heber pirsa Kerkûkê nivîsîn weşandine û partiya xwe rexene kiriye û li gor malpera Hawelatî, ew li ser biryara Celal Talebanî sekreterê YNKê hatiye derxistin.

Arif Qurbanî rojnamevanekî navdar û rexnegirê nav YNKê ye û nêzîkî 40 kitêbên wî hene

 

Back to top button