Polîtîk

YNK-ê bersiva Fazil Mîranî da

Ragihandina yekitiya niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bersiva rexne û gazindeyên sekreterê Mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî da.

Navenda ragihandinê ya polîtburoya YNK-ê, di daxuyaniyekê de, ku di malpera fermî ya PUK Media de hat weşandin, bersiva rexne û gazindên sekreterê PDKê, Fazil Mîranî di derbarê bûyerên devera Badînanda. Di hevpeyvînek ya xwe de Mîranî di derbarê helwesta ragihandina YNK-ê de gotibû: Heta Mam Celal neket dewrê, ragihandina YNK-ê zêde ji ya Yekgirtû cuda nebû.

Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku,di bûyerên devera Badînan de, ku li gorî me jinişkave rû dan û tu palaneke fermî ya partiyan tê de nebûye. Her wiha, ne YNK û ne jî PDK li benda tiştekî wiha nebûn. Di vê rewşê de, bêguman ragihandin dikare bi awayekî profesyonel karê xwe bike.
“ Rast e hevbendiya me ya stratejîk digel PDK-ê heye, lê ev nayê wê wateyê ku di bûyerên wek ên devera Badînan de, em zû dest bi êrişê bikin. Divê bîra Mîranî neçe ku serokê herêmê, demildest piştî bûyeran, daxwaza lêkolînê kir û şewitandina cihên masaj, meyfirotin û baregehên yekgirtû şermezar kir.“

Ragihandina YNK-ê berdewambûna ragihandina xwe de da kifşkirin ku, ev helwesta serokê herêmê, arasteya ragihandina YNK-ê jî bi giştî, nîşan da. Lê Mîranî baş dizane ku ne PDK û ne jî YNK soz nedane ku ragihandina wan wek hev be.

Sekreterê PDKê, Fazil Mîranî, di hevpeyvînekê de digel hejmara 112ê ya kovara Sivîl de, li di derbarê  helwesta YNKê li ser bûyerên devera Badînan de gotibû, heke Mam Celal neketa dewrê, ragihandina YNKê zêde digel ya yekgirtû cuda nebû.

Back to top button