CivakRojev

YNK di Parlamentoya Kurdistanê de alozî derxist

Di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, di navbera parlamenterên YNK û PDKê de alozî derket.

Parlamenterên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ji bo ku civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê pêk neyê, Desteya Serokatîya Parlamentoyê dagîr kirin. Bi tevlêbûna parlementerên PDKê alozî derket. Di navbera hinek parlementeran de cîh bi cîh şer û pevçûn derket.

Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo gotûbêjkirin û dengdana li ser destpêkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsîya Herêma Kurdistanê, ji bo amadekarîyên hilbijartinên giştî civîya. Lê ji ber nakokî û alozîyan civîn ji teref Serokê Meclîsê Rêwaz Fayîq ve hat taloqkirin. Alîkarê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî, bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku ew vê biryara Serokatîya Parlamentoyê qebûl nakin. Hewramî got: “Ev biryarek takekesî ye. Kesên ku li gel berdewamîya civînê ne, bila destên xwe bilind bikin“.

Piştre Hewramî deng da ku komîsyona hilbijartinan dest bi karê xwe bike.58 Parlamenteran deng da ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsîya Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe bike. Li ser vê yekê, parlamenterên YNKê bi zexta li ser kursîyê Serokatî hewl dan dengdanê asteng bikin. Hin parlementer bi ser Alîkarê Serokê Meclisê Hêmin Hewramî û Sekretera Serokomarîyê Muna Kahvecî meşîyan û şûşe, peldank û kaxizên di destên wan de avêtin ser dîwanê. Dem bi dem di navbera hinek parlementeran de pevçûn derket. Ji ber aloziyê rûniştina parlamentoyê hat taloqkirin.

Di hilbijartinên giştî de ku yek ji wan xalan bû sedema alozîya navbera YNK û PDKê, YNK daxwaz dike ku nîvê 11 kotayên ku ji bo kêmîneyan hatine dayîn, ji Silêmanîyê re bê dayîn. Herwiha dixwaze pişka bûdçeya ku ji bo Silêmanîyê hatiye terxankirin zêde bike. Ji alîyê din ve PDK li dijî wê yekê ye ku kotaya Asûrî, Suryanî, Kildan, Ermenî û Tirkmenan ji bo Silêmaniyê bê dayîn, ji ber ku kêmîne li wê herêmê dijîn. Herwiha daxwaz dike ku derîyê gumrika Silêmaniyê bi Îranê re derbasî xezîneya hikûmetê bibe.

Heta ku ev daxwaz neyên cîbicîkirin, YNK alîgirîya hilbijartinan nake. Ev çend roj in şandên bilind yên PDK û YNKê li ser van mijaran gotûbêj dikin.

Back to top button