Polîtîk

YNK: Bila Kerkûk bibe herêmek serbixwe

Beşek ji endamên polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK) lêdixebitin herêmek serbixwe ji bo wîlayeta Kerkûkê ava bikin û di warê îdarî de serbixwe, ne ser bi herêma Kurdistanê û nejî ser bi hikûmeta Îraqê ve be.

Piştî Tevgera Goran li wîlayeta Silêmaniyê bû partiya yekemîn, wîlayeta Helebce jî piranî di destê aliyên îslamî de ye û Hewlêr û Duhok jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) baladeste, nuha  YNK dixwaze wîlayeta Kerkûkê bike herêmeke serbixwe û ew li wê herêmê hakimê mutleq be.

Li gor Kovara Şar ku, li Silêmaniyê bi soranî weşana xwe dike,  dibêje çavkaniyekê ji serkoatiya YNKê jê re gotiye ku, beşek ji endamên wê partiyê dixwazin wîlayeta Kerkûkê bibe herêmek serbixwe û ew ji bona wê armancê di nava xebatêke berdewam de ne ku, wê herêmê serokwezîr û serokê parlamentoyê taybet bi xwe hebin.

Lê li gor kovara Şar, PDK di wê baweriyê de ye ku, pirojeyê biherêmkirina wîlayeta Kerkûkê hilweşandin û têkdana pirojeyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yê dewleta serbixwe ye.

 Kawêz mela Perwêz berpirsê ragehandina PDK li Kerkûkê ji Şar re dibêje: Li hember avakirina dewleta Kurdistanê ku, piroje û acendaya serok Mesûd Barzanî ye, gelek dijber derketin; dewleta Îranê bereyek berfireh ji bo dijatî û têkdana pirojeyê dewleta Kurdistanê pêkaniye ku, ji grûpeke diyara nav YNKê bi rêberiya Hêro Îbrahîm Ehmed endama polîtbûroya YNKê, grûpeke nav Partiya Karkerên Kurdistanê (PPK) bi rêberiya Cemîl Bayîk û girûpa Nurî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê û partiya wî Dawe pêk tê.  Ev bereye di bin siyaseta Îranê de li dijî avakirina dewletek kurdî dixebitin û parçe-parçekirina başûrê Kurdistanê yek ji xebatên serke yên wê girûpê ye.

 

 

 

 

Back to top button