Polîtîk

YNK behsa hevkariya rasteqînî dike.!

Meclisa Serkirdiyatî ya YNKê îro sibehê di demjimêr 11:00a de bi serpereştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl de civiya.  Piştî civînê li ser naveroka civînê YNKê daxûyaniyek ragihand.YNKê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku pêwistî heye, rêkara siyasî û huneriyên bi hilbihartinê ve têkildar ji aliyê komîsyonê ve bi şêweyekî bêalî û li ser bingehên yasayî û demokrasiyê were temamkirin û got: “Em her cûreyek sixtekariyê wek karekî neyasayî û li dijî bingehên demokrasî û mafên mirovan dizanin. Di heman demê de em her cûreyên berovajkirina rastiyan û hemû êrîşên bi ser YNKê bi tundî red dikin.”Encûmena Serkirdayetî ya YNKê da xuyakirin, ku ew dê bi rêya yasayî û fermî ji bo parastina bawerî û dengên dengderan hemû hewlên xwe bidin û di dema ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê jî dê helwesta xwe ya dawî eşkere bikin.Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Di asta Iraq û Kurdistanê de jî, encûmena serkirdayetiyê ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya proseya siyasî di desthilatî û berpirsyariya hevbeş de girîngiyê dide mijara hevkariya rasteqîn.”Encûmenê di daxuyaniyê de pîrozbahî jî li Dr. Berhem Salih kir, daku wek serokomarê Iraqê hate hilbijartin. 

Back to top button