Nivîsar

YNK 3 cara serokkomarî wergit lê 3 destkevtîyê wan tuneye

Piştî sala 2003ê û nivîsandina destûrê Iraqê, wek nerîtekê (urfekê) hersê kursiyên serokayetiyên Iraqê ji bo nûnerê hersê pêkhateyên Iraqê bû. Serokmar ji bo Kurdan, serokê parlamentoyê ji bo Erebên Sunne û serokê hikûmetê jî ji bo Erebên Şîe bû. Lewma jî kursiyê serokmar ji para xelkê Kurdistanê ye, ku ne tenê mafê partiyekê bi tenê ye û ne jî yê girûpekê û malbatekê ji nava partiyekê ye.Di gera yekem ya sîstem û pergala nû ya Iraqê de, li gorî rêkeftineke siyasî partiyên Kurdistanî lihev kirin ku ew kursî ji Celal Talebanî re be (tevî ku YNKê ne partiya yekem bû di hilbijartinan de, lê partiyên Kurdistanî li ser wî lihev kirin). Piştî wê 2 gerên din jî ew kursî ma di destê YNKê de, ew jî li gorî lihevkirina partiyên Kurdistanî. Lê mixabin ew kursî di hersê geran de ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê bikar nehatin. Pirs ew e, 3 geran ew kursî di destê YNKê de bû ka çi destkeftek ji bo gelê Kurdistanê bidestve anîne? Bila di heyama wan sê geran de tenê 3 destkeftan bijmêrin, tenê 3 destkeftan ne zêdetir.Di wan hersê geran de, tenê armanca wan komkirina pere û berjewendiyên kesî û malbatî bûye, ku pereyên 2 lîwayên serbazî li Bexdayê distendin. Di dezgehên Serokatiya Komar de jibilî kadir û endamên YNKê kîja Kurd di wir de kar kiriye û qezencek kiriye? Kurdan çi sûd û mifayek ji wî kursî dîtine?Rijdbûna PDKê vê carê li ser wergirtina kursiyê serokmar ji bo wê yekê bû ku, dema hêzên Iraqê êrîşî Kurdistanê kirin û dema Bexda pereyên Kurdistanê qût kirin û dema Hikûmeta Iraqê li çek û alîkariyên Hêzên Pêşmerge asê ma û da herdû lîwayên parastina serokmar, û dema Bexda dijayetiya gelê Kurdistanê dikir, serokmar bêdeng û bêhelwêst bû. Lewma jî PDKê rijd bû ku ew kursê vegere ji xwediyê wî yê rast re ku gelê Kurdistanê ye û di destê girûpeke bazirgan de nemîne.PDK ku li gorî hilbijartinên Iraqê, partiya yekem bû li ser asta Iraq û Kurdistanê, armanca wê ew bû ku kursiyê serokmar di destê Kurdan de bimîne, ku yan partiya yekem di nava Kurdan de nûnerê xwe berbijêr bike û bibe nûnerê Kurdan, yan jî partiyên Kurdistanî yên li Bexdayê kesekî diyar bikin û bibin nava Parlamentoya Iraqê û di hilbijartina serokmar de hemû parlamenterên Kurd dengê xwe bidin wî berbijêrî.PDK dixwest ew kesê ku bibe serokmar bibe nûnerê hemû partiyên Kurdistanî û bi awayekî Kurdistanî bê hilbijartin, da ku nûnerê hemû gelê Kurdistanê be. (wek çawa Sunne û Şîe nûnerên xwe ji bo kursê serokê hikûmetê û serokê parlamentoyê diyar dikin bi rêya rêkeftinê û lihevkirinê di nava xwe de.)Lê YNKê ew yek xera kir û hilbijartina serokmar bir nava Parlamentoya Iraqê û biryara hilbijartina serokomar xist destê xelkê xerîb de. Ew karekî kirêt û neniştimanî ye. Ew kar pêngaveke xerab e, ku di nava Kurdan de biryarên hevbeş nemînin û biryar li dijî maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê bikar bên. Tişta ku li Bexdayê hat kirin di mijara kursiyê serokomar de bi zelalî stendina mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye, sedema wê jî ew e ku YNK kursiyê serokmar wekî mafekî gelê Kurd nabîne û tenê bi çavê lihevkirinên veşartî û biznis û pere berê xwe dide wî kursî.Roja 2-10-2018 hinek endamên şanda YNKê li Bexdayê çûn cem şanda PDKê û daxwaz kirin ku YNKê berbijêrê xwe bi bo serokomariyê vekşîne û 2 salan serokatiya Hikûmeta Kurdistanê ji PDKê werbigre. PDK li ser wê pêşniyara YNKê razî bû, ku serokomarî ji PDKê re be û serokatiya Hikûmeta Kurdistanê jî 2 salên bê ji YNKê re be. Ji ber ku Serok Barzanî ji şanda PDKê re gotibû, heta hûn û YNKê lihev nekin, neçin nava Parlamentoya Iraqê û dest bi hilbijartina serokmar nekin.YNK piştî razîbûna PDKê ragihand ku berbijêrê wan xwe vekişandiye û ewê dengê xwe bidin berbijêrê PDKê, lewma jî parlamenterên PDKê çûn hindurê parlamentoyê û civîna parlamentoyê bi amadebûna wan destpê kir. (bê amadebûna parlamenterên PDKê rêjeya yasayî ji hejmara parlamenteran re têrê nedikir ku civîn destpê kiriba.) Dema civîn destpê kir, YNKê ji gotina xwe vegeriya û got em berbijêrê xwe venakşînin û em dengê xwe nadin berbijêrê PDKê. Lewma jî biryara hilbijartina serokomar ket destê xerîban de. (eger tenê yek berbijêrê partiyên Kurdistanê heba, wê gavê dê ew kes biba serokomar). Nayê zanîn ku ew xapandina han ji aliyê hemû YNKê bû yan ji aliyê çend kesan bû di nava YNKê de. Lê her çawa be, ew tişta ku YNKê kir xerakirina tifaqa Kurdan bû li Bexdayê.Eger di 16-10-2017 de axa Kurdistanê û Kerkûk ji ber pere û destkeftên madî firoştin, di 2-10-2018 de îradeya miletekî ji ber xatirê yek kursiyê Iraqê firoştin. Îradeya gelê Kurdistanê tiştekî biqedir û qîmet e û PDK çawa rûbirûyê pilana 17-10-2017 bû dê wisa rûbirûyê pilana 2-10-2018 jî bibe. Bila hemû kes zanibe ku Berhem Salih nûneratiya gelê Kurdistanê nake û yek kare bêje ew nûneratiya hemû YNK jî nake, ku bi bêdaxwaz û bêîradeya Kurdan û bi xapandin û pilan bûye serokomar.Ji bîra me naçe ku çawa wan tohmetên derew jî xistin histê Dr. Fuad Husên (berbijêrê PDKê ji bo kursiyê serokomar) û gotin ku hevjîna wî Cihû ye û Barzanî sekreterê xwe berbijêr kiriye, herwiha ji Şîe û Sunneyan re gotibûn ku eger Dr. Fuad Husên bibe serokomar dê biçe Neteweyên Yekbûyî û li wir îstîqala xwe bide û serxwebûna Kurdistanê rabighîne. Lewma jî ew partiyên Erebî yên ku soz dabûn piştgiriya Dr. Fuad Husên bikin, ji tirsa ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji soza xwe vegeriyan.Guman tê de tune ye ku şofînî û neyarên gelê Kurdistanê hez dikin û dixwazin kesên qels û lawaz û kesên ku Kurdistanê difroşin, serokomar û nûnerê Kurdan bin, herwiha kesên bêhurmet û erzan li cem wan birêz û baş û niştimanperwer in. Gotin û şehadeta kesekî mîna Wefîq Samerayî ku Beisiyekî kevin e û dijminê Kurdistanê ye, dema wesfê Berhem Salih dide û wî wek xebatkar û têkoşer û palewanê 16-10-2017 binav dike, belge ye li ser wê gotinê ku dijmin ji wan kesan hez dikin ku welatê xwe difroşin.PDK û dîroka wê ya tije şanazî ew e ku dijmin ceza dike, lê gelê Kurdistanê piştgiriya wê dike û encamên hilbijartinan wê rastiyê piştrast dikin. 

Back to top button