Polîtîk

Yekitiya Kurdên Suriyê ew har kirin

Rojnameya bi navê “Çepgira Tirk-Turk Solu”, di nûçeyeke xwe de, heqaretî li Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî kir. Sedem çibû? Çima ku Serok Barzanî, piştgirî daye yekitiya Kurdên Suriyê û hemû alî anîne cem hev û yekitiya wan avakiriye. 

Rojnameya ji mirovatiyê nasîp negirtî, bi zimanekî biçûkxistin û biçûkdîtin, Serok Barzanî dixîne hedefa xwe. Ji Serok Barzanî re, heqaretiyê, bi peyva, “pêşmerge” qaşo dike. Ewqas jî nezan û cahil in. Halbûkî, pêşmerge an pêşmergebûn, ji bo her Kurdekî serbilindi ye û rûmetiya herî mezin ê. 

Rojnameya nijadperest, di nûçeya xwe de, wiha dinivsîne, “talankerê duh, dixwaze eyarekî bide rojhilata navîn. Kuklayê Amerîkayê pêşmerge Barzanî, tevliheviya Li Suriyê firsend dît û banga Kurdan kir, yekbin, pere û çek ji min.” Rojnameya nijadperest û qaşo çepgir, wiha dewam dike, “Li Tirkiyê, Iraqê, Suriyê û Îranê dixwazin xaka biqopirînin û Kurdistana Mezin ava bikin. Ev xeyala bavê wî bû jî, îro jî ew dewam kirin dide.”

Rastiyeke jiyanê heye, ger dijminê te pesna te dide, wisa zanibe ku, şaşiyek ji te de heye. Îro û her tim evheqaret û peyvên an nûçeyên dersinca mirovahiyê û der pîvanên çapemeniya gerdunî, destnîşan dide ku, Serok Barzanî karekî gellek mezin pêk aniye. Dozaja nefret û heqareta wan, rastiya pêkanînan hîn zelal derdixîne holê.

Gelo yekitiya Kurdan çima hineka nerehet dike? Çimkî her tim di parçebûna Kurdan de nan xwarine. Xeynî vê îzaha vê têgehê heye?  

 

Back to top button