Nivîsar

Yekitî! ji bo çi?

 Li Kurdistanê siyaset roj bi roj zelaltir dibe. Gelek vekirî PDK li Başûrê Kurdistanê doza serxwebûnê dike. Di serî de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî  di vê pirsê de xwedî biryare. Barzanî vê yekê bi hemû minasebeta de tînê rojeve.Bê guman ev nayê wateya ku dê sibehî serxwebûn bê ragihandin. Mimkine prosesa ragihandina dewleta kurdî direj bê jî. Hêvî û daxwaz ewe ku merc amadebin sibehî serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin.Di vê qonaxa ku pirsa serxwebûnê ketî rojeva cîhanê û Kurdistanê de, astenga herî mezin helwesta hinek rêxistinên kurda , yan jî yên bi navê kurda siyasetê dikin e.Niha cardin pirsa  “ Yekitiya Kurda“ û “ Kongreya Netewî “ tê behs kirin û taybetî ew siyasetmedar û kesayetên behsa van herdu xalan dikin di vê derbarê de pêşniyarên xwe nabêjin. Wek kajikekî gotina “Yekitiyê“ û “ Kongreya Netewî“ di devê xwe de dicûn.Başe dema behsa Yekitiyekî bê kirin divê çerçova vê yekitiyê û armancên wê jî bêne kifşkirin.  Bawer nakim ku tu kurdek welatparêz li dijê yekitiyekî di nava hêzên siyasî yên Kurdistanî de be. Lê wek her tiştekî di vê derbarê de jî hinek pîvan hene. Dema ne li gora wan pîvanabe tu cara yekitiyek rasteqînî pêknaye.Bi dehên caran cureyên cuda bê jî, yekitî di nava aliyên siyasî yên kurdan de çêbûne. Lê temenê wan gelekî dirêj  nebûye. Her carê ji bo sedemên têkçûnê jî aliyên siyasî hev tawanbar kirine.  Lê tu cara sedemên bingehîn nehatinê gotubêj kirin.Îro li Başûrê Kurdistanê yekitiya hêzên Kurdistanî girîngiyekî mezine. Lê ev yek divê li ser bingehê ragihandina dewleta Kurdistanî bê kirin. Kesek li dijê vê yekê dernakeve. Lê dema behs bêkirin pêwiste helwest û kiryarên aliyên siyasî jî bêne nirxandin.Di diroka siyasî ya PKKê de her dema li gora xwe pêwist dibînin behsa tiştên mezin dikin. Niha jî cardin Kongreya Netewî tînin rojevê.Başe ji bo kongreyek netewî çi pîvan hene û çi hevbeşîyên siyasî yên PKKê û aliyên din yên siyasî hene? Cihê ku PKK lê desthilate tu mafê jiyanê nade aliyek din Kurdistanî. PKK  bi hemû dam û dezgehên xwe li dijê serxwebûna Kurdistanê disekinin û astengên mezin peyda dikin.Di bernama PKKê de kurd û Kurdistanî tuneye. PKK hemû nirxên kurdan  red dike. Ala Kurdistanê nasnake. Damezirandina dewletek Kurdistanî qebûl nake. Pêwendiyên ku heyîn hemû li dijê bayê erênî li ser Kurdistanê ve tê ye.PKK li Rojavayê Kurdistanê mafê jiyana siyasî nade partiyên kurdî, lê li gel ereba û aliyên din ne kurd yekitiya çêdike. Li Bakur guh nade kurda, li gel çepên tirk hevkariya ava dike.Başe dema rewş halê be , dê çewe mirov behsa “yekitiyeki“ yan jî “Kongreyekî Netewî“ bike?Demek nêzik de hewldanek ya “Kongreya Netewî“ çêbû. Çima serneket? Di roja ewil de dihat zanîn ku sernakeve. Herweha di wê hewldanê de jî armanca PKKê derket holê. Lê dixweyê ders jê nahtiye derêxistin.Dema medya PKKê vê yekê tîne rojevê, leyiztikvan di cih de derdikevin holê û govendê digrin. Rasti ne eve.Pirsek din ev taybetî ji bo beşek mezin, rewşenbîr , nivîskar û rojnemevanên Kurdistana Başûr e. Bila xwe ji kompleksa PKKê xilas bikin. Heta ku ew li himber PKKê bi kompleksbin nikarin ne rastiya xwe û ne jî ya beşên din yên Kurdistanê jî bibînin.10.2.2017Dara Bilek

Back to top button