Civak

Yek mehê de 1200 penaberên nû hatin Kurdistanê

253 malbatên Kurdên Rojava li navçeyê tixûniyê Sihêla bi awayeke nefermî gihîştine Herêma Kurdistanê.

Penaber ji aliyê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatin pêşwazî kirin, hemû malbat ku hejmara wan 1200 kese, li wargeha penaberan ya li Berdereşa sînorê parêzgeha Dihokê hatin veguhestin.

Rêxistina LDS ya Amerîkî û Khalsa AId û Capni ji bo dabînkirina xwarina germ û pêşwazîkirina penaberan palpiştiya projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin.

 

Back to top button