Polîtîk

Yan Şingal yan neman

Berpirsekê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li devera Şingalê ragehand ku, her ji roja Şingal ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatiye girtin ew li çiyayê Şingalê mane û het hemû devra Şingalê bê azad kirin ew dê li cîyên xwe bimîn in.

Qasim Şeşo fermandarê hêzên pêşmerge li devera Şingalê û endamê liqa 17 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Şingalê, di daxuyaniyekê de dibêje: Ew roja Şingal ji aliyê terorîsyên DAÎŞ ve hatiye dagîrkirin û ji sedema wê rewşê hijmareke mezin ji malbatan koçberî çiyayê Şingalê bûn, ji wê rojê were digel hijmareke pêşmergey li çiyayê Şingalê mane û xelikî ji êrîşên terorîstan diparêz in.

Li gor Qasim Şeşo nuha bi tenê 200 malbat li çiyayê Şingalê  mane û wan malbatan biryar daye digel hêzên pêşmerge bimîn in heta ku Şingalê rizgar dikin. Navborî got ku, hevkarî û alîkarî ji aliyê pêşmerge gihşteya wan û ew nuha xwe ji bo êrîşa azadkirina Şingalê ama de dikin.

Qasim Şeşo yê ku, gelek navê wî di mediyayê tê gotin û behsa berxwedana wî tê kirin dibêje ku, Şingalê bi tenê nahêlin û ” yan Şingal yan neman”

Back to top button