Polîtîk

Yalçin Kuçuk hate girtin

Di çerçova doza Ergenekonê de Yalcin Kuçuk hate girtin. Plis îro çûn mala Yalçin Kuçuk û 10 demjimêran li mala Kuçuk geriyan û gelek belge, CD û kaxiz wek delîl li gel xwe birin. Herweha çerçova vê dozê de 6 kes jî li Enqere hatin binçav kirin. Li tevî Yalçin Kuçuk 11 kes hatine binçavkirin û li malên hemiyan lêgerin hatine kirin. Kesên girtî bi fermana dozerê doza Ergenekonê hatine girtin û li malên wan lêgerîn hatine encamdan.

Wek tê zanîn ev demek bû Yalçin Kuçuk girtiyên doza Ergenekonê xwedî derdiket û ji bo derxistina wan ji girtîgehê dixwest ku ew bibin berendamên parlementoyê. Gelek balkêşe ku, yên hatin binçav kirin hemî rojnemevanin. Parlementerên CHP-ê ji bo vê girtinê hukumet bi tundî rexne kirin û ev kar karek ne qanunî nirxandin.

Piştî êfada van kesên hatîn binçavkirin xilas bibe dadgeh biryarê bide ka gelo wê bêne girtin ya azad kirin. Doza Ergenekonê ji berî çar salan destpêkir û bi sedan general, efser, rojnemevan û siyasetmedarên kevin di vê çerçovê de hatine kirtin. Serokê Partiya karkeran Dogu Perinçek jî di vê dozê de girtiye.

Back to top button