Nivîsar

Ya nehatiye gotin em dibêjin

Roja 03.10.2018 salek biser wefatkirina Celal Talebanî sekreterê gişitiyê Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê re derbas bû. Bi vê Helkeftê hindek televziyonên başûrê Kurdistanê belgename fîlm li ser jiyan û xebata Celal Talebanî weşandin.Wan kanalan di belgefîlmên xwe da behsa piraniya qonaxên xebat û tekoşîna Celal Talebanî di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de kr, her ji qonaxa xwendekariyê heta dgehe kursiya serokkomariya Îraqê.Lê mixabin wan dezgehên ragehandinê yên yeksaliya Celal Talebanî bibîranî û belgefîlm li ser jiyan û xebata wî weşandîn, xwe bi ser hindek qonaxên xebata Celal Talebanî re bazdan û bi çi awayî behsa hindek qonaxan nekir.Dema behsa jiyan, xebat û tekoşîna Celal Talebanî tê kirin, divê behsa salên 1964 û sala 1966 û salên din jî bê kirin ku di wan qonaxan de Celal Talebanî û Îbrahîm Ehmed ji Partiya Demokrata Kurdistanê cuda bûn, weke pêşmerge ji rêzên şoreşa îlonê veqetiyan û gehşitin hikûmeta Îraqê ya wê demê û li dijî şoreşa kurdistanê û bi taybetî mil bi milê leşkrê Îraqê li dijî serok Mela Mistefa Barizanî şer kr û li dijî şoreşa mezin, şoreşa gelê Kurdistanê rawestan.Celal Talebanî û grûpa xwe sala 1964ê ji Partiyê veqetiyan û sala 1966ê geheşitina nav refên hikumeta Îraqê. Ev qonax di dîroka bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de, bi caşên 66ê tê binav kirin. bigutinek din, Celal Talebanî û grûpa xwe sala 1966ê bûne caş û digel caşên din yên kurd û leşkerê Îraqê êrîşî ser Kurdistanê û pêşmergeyên şoreşa îlonê kirin û bi sedan gund wêran kirin û şewitanidn.Sala 1970ê rêkeftina 11ê Adarê di navebra serokatiya şoreşa Îlonê û hikûmeta Îraqê de hat îmza kirin. Celal Talebanî û grûpa xwe ji aliyê nemir Mela Mistefa Barzanî ve hatin efû kirin.Ew kanalên televziyonan ku xwe bi provesyonal dizanin divê ji rastiyê nerevin û di belgefîlmên xwe de dîrokê şêlû nekin û divê ji bînerên xwe re rastiyan bêjn.

Back to top button