Nivîsar

“Ya em ê bibin yek, ya jî em ê herin yek bi yek.”

Em bûne fesad û kîndarên hev. Em bûne sûcdarên hev. Me bi aqilekî selîm pêvajoya em tê de derbas bûn, weke bra me li gel hev munaqeşe nekir…

Bûbê Eser

Dema niha em tê de dijîn, demeke weha ye ku rastî bûye derew, şelaftî bûye dilsozî, siyaset bûye berjewendî û heqaretên li hev jî bûye kar û xebatên siyasî yên îro ango yên vê dema me.

Em dizanin ku îro siyaseta bakurê Kurdistanê di hustiyên sal mezinên ji salên 1960 heta yên 1980î de maye. Me weke nifşê wan demana karên baş ji bona gelê xwe kir. Ji kê çi hat, herkesan li gor hêz û qaweta xwe texsîr nekirin.

Derew şinekî, fesadî û hesûdî wê demê bi me re tune bû. Lewra hemî kar û xebatên me tenha ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Me tevan gelek neqebên asê bi hevre derbas kirin. Me tevan bedelên giran dan. Kesek ji wî nifşê me li berjewendiyên xwe yên şexsî nedifikirîn.

Ha em bê tecrube bûn, kêmaniyên me pir bûn. Destên tarî di nava me de zêde bûn. Lê ji ber bê tecrubeyên xwe em li ser tiştên weha nedifikirîn. Loma em herkes bi karê xwe ve mijûl bûn. Û me tevan ji ber bê tecrubeyên xwe bi hevre wenda kirin.

Me hemiyan bi fedekariyên mezin, gelê xwe şiyar dikir û bindestiya wî bi wî dida zanîn da ku em bikaribin bi hevre zîncîrên dagirkeran biqetînin.

Dagirkerên me, ji van xebatên me haydar bûn, ew jî nedisekinîn û li gor xwe ketin nava xebatên da ku pêşî li wan çalakiyên me bigirin. Lê dîsa em bi xwe nehesiyan. Me her karê xwe dikirin û bi baweriya ha îro ha sibê em ê welatê xwe azad bikin, dixebitîn.

Dagirkeran nakokiyên mezin û dijminatiya bê hempa xiste nava Kurdan. Ji ber ku wan dixwestin em bi hev dakevin da ku karê wan î ji bona tunebûna ciwanên kurd hêsan bibe. Wan pir hewl dan, lê bi serneketin. Mecbûr man darbeyek leşkerî çê bikin da ku wan daxwazin xwe êdî li gor şikildayîna hukmê leşkerê pêk bînin û di 12 îlona 1980î wê daxwaza dewleta pêk anîn.

Helbet ew dîrok û çîrok ne karê nivîsekê ye. Divê bi dehan pirtûk bêne nivîsîn ku nifşê li dû me dîrok û pêvejoya em tê de jiyan, bizanibin û fêr bibin.

Piştî derbeya leşkerî rev û belavbûna hêzên kurdistanî, bû sedem ku karê dagirkeran rehet kirin. Karên wan rehet kirin da ku ew jî wan daxwazên xwe di nava ciwanên kurdan de pêk bînin û anîn.

Ji welêt dûrketin û nekirina xebatên siyasî, em bê taqet bûn, loma jî êdî em bi hev ketin.Tiştên dijmin dixwest yek bi yek û hêdî hêdî bê ku em li xwe hay bibin pêk dihat û hat.

Taliya talî em bûne dijminê hev. Em bûne fesad û kîndarên hev. Em bûne sûcdarên hev. Me bi aqilekî selîm pêvajoya em tê de derbas bûn, weke bra me li gel hev munaqeşe nekir. Me herkesî yên li hember xwe sûcdar kir. Loma ew pêvajo û lîstikên  bi destê dijmin ketibûn nava me, nehat zanîn…

Êdî karê me ji siyasetê bêtir bû kêmkirin û sûcdarkirina hevalên xwe. Hesûdî, fesadî û şelavtiyeke mezin bû kultura me. Bi çandeke weha em heta îro hatin. Lê wê çandê li me weha kir ku êdî em bi hevre mijûl bûn. Me bi gotinên mezin hevdu tewan bar kirin, heta gelekan emrê kuştina hevalbendên xwe yên dilsozê gelê xwe jî dan. Yanî em gihiştibûn radeyeke weha ku êdî kar û xebata li dijî hev bû perçek ji jiyana me.

Loma em îro bûne qurbana wê çanda ku em ji hev xistin û nikarin bêne ba hev. Her çiqasî daxwaz û gaziya yekitiyan bilnd jî dibe, pêk nayê. Ji bona pêkanîna wê pêwîste em berê xwe ji wê kultura bi destê dijmin ketibû nava me û bûye perçek ji jiyana me, xwe dûr bixin. Ango xwe jê azad bikin. Bi aqilekî selîm divê em xwe rexne bikin û uzrê xwe ji ber kirinên xwe yên şaş, ji gelê xwe û ji hev bixwazin.

Divê êdî em bi çavekî brane li hev binerin. Bizanibin ku hevkarî, tevkarî û yekîtiyek bi destên welatarêz û bi berpirsiyariya partiyên Kurdstanî,pêk bê dê di berjewendiya me tevan de be.. Bi pêk hatineke weha em ê hemî bi hevre qezenc bikin û wê serketin bibe ya gelê me.

Lê weke ku qet tişteke nebû bû, weke tu kesan kêmanî û şaşî nekiribin, bi wan kesên salan dijminatiya hev kiribûn, yekitî pêk nayê. Pêwîste em ji vir de destpê bikin.

Çi dema me berjewendiya Kurd û Kurdistanê di ser her tiştekî xwe re girt, aha em ê wê demê bighêjin azadiyê û gavên berbi serxwebûna gelê xwe jî bavêjin.

Bi vê qûşê em nikarin xwe bighêjînin Mûşê. Reformek cidî û li ser xeta neteweyî ji tevgera bakurê Kurdistanê re lazim e. Heger em di sed saliya Lozanê de vê pêk neynin, heta sed salekî din em ê nikaribin bijîn û em ê hemî bi hevre wenda bikin. Ev wendakirin wê nebe weke yên berê. Di wendakirineke weha de êdî em ê weke gel û miletê Kurd li bakurê Kurdistanê nemînin.

Ji bona avakirina sîwaneke neteweyî divê berê herkes hesabê xwe bidin. Kêmanî û şaşiyên xwe bêjin. Nabe ku em bêjin: ”Tiştê çû nede dû”. Li gor min gava ewil divê HAK-PAR, PAK, Hereketa Azadî. KDP û Tevger bi şertê ku herkes bi dilsozî, kêmanî û şaşiyên kirine bêjin da ku gava ewil bê avêtin. Heta ku ev nebe yekîtiya partîiyên Kurdistanî jî zehmete ku pêk bê û ez dibêjim nayê. HAK-PARê di vê hilbijartinê de gaveke baş avêt. Em vê ji xwe re bikin weke mîladeke nû û dest bi karê hevkarî, tevkarî û yekitiyê bikin.

Pêwîst e rewşenbîr û ronakbîrên kurd jî destên xwe dirêjî alîkariya partiyan bikin, heye. Di rewşa îro de bêalîbûn û sekna çi ji min re fêda xwe ji gelê me re tune ye.

”Ya em ê bibin yek, ya jî em ê herin yek bi yek.”

Back to top button