Nivîsar

Ya baş ewe em îngilîzî bikin zimanê fermî

Careka din serok Barzanî pirsa giringiya hebûna zimanekê standard û yekgirtî yê kurdî bo netewa kurd azirand, berî nihu jî serokê Kurdistanê ew pirsa han behis kir bû. lê, mixabin, heta nihu zana û rewşenbîrên me kurdan pêngaveke biçûk jî li ser vê rêyê nelivanidiye!

Ez dizanim zimanê kurdî çend şirîn e, ez dizanim ziman yek ji giringtirîn bingehên netewî ne û ez dizanim me weke kurdan çend qurbanî ji bona parastina zimanê xwe pêşkeşê kirine, lê dîsa ve yek bi tenê têra nake û nabe binameyek ji bona bikaranîna vî zimanî.

Li gor baweriya min, zimanê kurdî weke wê çendê ye ku; tu xwediyê kopmaniyayeke mezin bî û bi tenê yek kurê te hebe û tu gelek dixazî kurê te cîyê te bigire, lê mixabin, ew kur ne yê serkeftiye di xandina xwe de, ne yê serkeftiye di hilbijartina hevalên xwe de û ne yê zîreke di hişê xwe de, êdî tu dê çewa komaniya xwe deye destê wî? Ya baştir ewe ku tu kesekî zîrek, xwedî diplom, destpak û jîr bînî û kompaniyaya xwe bideye destê wî bila ew kes yê biyanî jî be, çunkî ew kes hejî birêvebirina kompaniyaya te ye, ne kurê te yê bikêrnehatî.

Zimanê kurdî jî, li gor min, weke wî kurê nezan û bikêrnehatiye, her çiqas xweşitviyê meye, lê bikêr nayê, lewma ya baş ewe em zimanekê biyanî bînin û bikin zimanê xwe yê fermî ji bo nivîsîn, xandinê û hikûmetê. Baştirîn zimanê biyanî jî zimanê îngilîzî ye, êdî hêdî-hêdî bila ew ziman bibe zimanê fermî û bila zimanê kurdî jî bi hemû zaraveyên xwe bimîne, weke mînak; Weke Hindistanê bila me jî hindek rojname, kitêb, hozan û stran bi zimanê kurdî hebin, lê zimanê xwendingehan, zimanê nivîsîna fermî a hikûmetê û parlamentoyê bila zimanê îngilîzî be. Bi vî awayî dê xwendekarên me gelek pêşbikevin û ji welatê me jî re gelek derî bên vekirin.

Serokê min çare eveye û çi çareyên din nînin, çunkî li gor baweriya min, zaravayên kurdî weke av û ronî ne û tu caran nayên têkhelkirin û tu caran jî nabin yek.

Emîrê Findî
War/Rojevakurd

 

Back to top button