Cîhan

Xweşiktirîn pereyê cîhanê kijane?

Darayîzanên Swîsrî diravê(pereyê) Ukraynî wekî xweşiktirîn diravê cîhanê dane zanîn. 

Ev biryar li encama civîna komisyona salane ya ji bo pirsên xweşikiyên banqa darayî ya Navnetewî hate wergirtin. Piştî Grîvna Ukaryanî, Dolarê Awustralî, Euro ya Ewrupî, Lêvê Bulgarî û Dolarê Amerîkî ji 5 xweşiktirîn diravên cihanê têne qebulkirin.

Grîvna di sedsala 12 an de wekî yekem dirav li Rûsyaya kevnar hate damezrandin. Termînê `Rûbil` di sedsala 13 an de li bajarê Novgorodê peydabû. Wateya `Rûbil`-Grîvna perçekirî ye. Hin bi hin Rûbil dewsa Grîvna li Rûsya kevnar girt. Di meha Îlonê sala 1996-an de Grîvna bû diravê netewî yê Ûkranyayê. Li ser rûwên vî diravê yên bi nirxên cuda wêneyên Vladîmîrê Mezin, Yarslav Mûdrî, Bogdan Xvêlnîtskî, Taras Şêvçênko hatine wênekirin.

Li navenda ruyê paş yê vê banknotî peykerên avahîsaziyên dîrokî hatine wênekirin.

Back to top button