Nivîsar

Xwenên post û maqaman di bin kirasê rewşenbîrî de nayê weşartin

Gelê Kurd ji mêj ve, ji bo maf û azadîya xwe, ji bo deshilatdarî û serxwebûna xwe têkoşînek mafdar dide.

Pêlên têkoşînê dem dem gûr dibin û bi xwe re bayê hêvî û azadîyê geş dike; lê di hinek deman de dikeve tengasîyê.

Îro jî, gelê me di bin ba û bahozên reş; di bin metirsîyên giran de, bi erdhejên civakî re rûbirû ye.

Jiyana me geh di bin sîya rojên xweş geh di bin êşa rojên dijwar de didome; lê mixabin sîyaseta serdest weke kurmên darê roj bi roj tevna civatê xirab dike. Hêjayî  û nîrxên xwe yên netewî  di şikeftên tarî de dirizîne. Rêxistên û civatê li gor destûr û îcazeta dewletên dagîrker ji nû ve reorganîze dikin..

Ew kesên ku kirasê rewşenbîrî û berdevkên civatê li xwe kirine, weke qeşmerên padîşahan li çepikan dixin û ji xencî derew û fesadîyan, ne rê û rêbazekî, ne jî  rexneyekî dizanin. Li dijî şaşî û çewtîyan tu tiştekî nabêjin û tu helwestekî berbiçav nîşan nadin! Ditirsin lewra tirsa wundakirina berjewendîyên şexsî, wan kor û kerr kirîye. Ew kesên hanê  ji bo avakirin û pêşketinek li ber çav ne xwedî pêşnîyarekî zelalin. Ji bo wan karê herî baş xulamtîya ber derîyan e. Karekî wan yên din jî tevizandin an jî manîpulekirina civatê ye! Rojeva wan her tim dijîtî û fesadîya rastîyan e. Weke `Beko Ewan` peyayê xirabîyê û fesadîyê ne!

Dewletên dagirker û hevalbendên wan, sîyasetek li ser bingeha tunebûnê û dijîtîya gelê Kurd  dimeşînin û  dixwazin destketîyên li başûrê Kurdîstanê hene pûç bikin û ji holê rakin. Bi zimanekî gemarî û rizî  reşkirina rastîyan  weke rexnan nîşan didin. Li dijî hêzên kurdîstanî propagandayek reş û bêbxtîyek bêsînor dimeşînin. Ji ezman  berf û baran bibare, dibêjin:  “rêveberîya Başûrê Kurdîstanê mesûl e”.

Hinek kes hene, bi neyartîya salên 1966 an hinek jê di bin sîya îdeolojîyên salên 1970 an,  hinek jê jî bi berçavkên salên 1980 an li serkirdetîya Başûrê kurdîstanê dinihêrin. Ji bo destkeftîyên Başûrê  Kurdîstanê dorpeç bikin, projeyek navnetewî û dagirkerî hatîye amade kirin û roj bi roj ji alîyê neyarên gelê Kurd ve tê meşandin.

Rewşenbîr û berdevkên civatê yên ruhê xwe firotine, ketine xewa mirinê û derîyê xirabîyê ji bo post û berjewendîyên şexsî vekirine!

Em hemû baş zanin ku gava di çapamenîya Tirk de, qala pirsa kurd dibe, xwînmij û metinkarên hov wekî erd û ezman dilerizin. Tirsekî bê sînor di nav dilê wan de, di kûraya mêjîyê wan de cîh digire. Ji ber vê yekê Kemalîst û oldarên wan, di bin navê “Ummet û enternasîyonalîzm”ê de, dixwazin gelê Kurd kedî bikin û bi sîstema dagirker ve girêbidin.

Weke lîstîkvanên gogê, ev kadroyên hanê gava perwerdeya xwe ya odeyên sirrî diqedînin, transferî nav refên tevgerên Kurd dibin. Ev transferên xwedî wezîfe, ji xwe re wek karê sereke, neyartîya gelê Kurd û fesadîya nav rêxistin û partîyên Kurd dipejirînin.

Hinek  kes ji hene, weke paleyên xirabîyê, karê belavkirinê ji xwe re kirine wezîfe. Armanc û daxwaza wan ew ku gelê Kurd bi ser nekeve.

Divê,  mirov bipirse: gelo ev kesên li dijî daxwazên dewletbûna Kurd derdikevin, çima li dijî hebûna dewleta Tirk, Îran û Ereban dernakevin!? Çima bi zimanekî zelal, helwestek vekirî û zelal nîşan nadin? Bi tundî li dijî dewletbûna gelê Kurd derdikevin û weke daxwazek paşverû binav dikin. Gelo, çima vî mafî ji bo dagirker û netewên serdest rewa dibînin!?

Hûn vî mafî ji bo dagîrker û netewên serdest  rewa dibînin, ji bo gelekî wek Fîlîstîn yan gelekî din yê bindest rewa dibînin, gelo ji bo gelê Kurd hûn çima rewa nabînin, sedem çiye!?

Hûn dibêjin em li dijî netew dewletê ne, gelo dewleta Tirka ne netew dewlet e? Yên Ereban ne netew dewlet in?  Îran ne netew dewlet e? An hemû kanton in-Karton in!?

Gava daxwaz û awazên serxwebûnê li Kurdîstan û  dervayê sînoran deng da, Îran û Tirkîye bi alîkarîya xulam û hevalbendên xwe, li dijî gelê Kurd şerekî hovane xistin rojevê!

Ji alîyekî ve agirê fesadî û neyartîyê geş kirin, ji alîyekî din ve jî, çek û alavên leşkerî dan teroristan û sînorên xwe ji wan re vekirin.

Di bin navê ÎŞÎD de, dewletên dagirker û kevneperestên Ereban şerekî bê sînor û bê pîvan li dijî gelê Kurd xistin rojevê.

Dijmînên gelê Kurd, ji hêlekî ve weke li dijî terora ÎŞÎD radiwestin xwe nîşan didin, ji hêlekî  ve jî bi sixurên xwe yên di nav refên partî û rêxistinên Kurdîstanê de cîh girtine, dixwazin li Kurdîstanê alozîyên navxwe derxin.

Hinek jî nasnama olî û mezhebî li pêş nasnama netewî dibînin, hinek jê li pey heyfa bavê xwe dimeşin.

Ev helwestên hanê dide xuya kirin ku ew kesên hevsarê wan di destê dagîrkeranda ye, ruhê xwe firotine û hişê xwe wunda kirine. Weke xulamên ber derîyê zordaran li ser navê dewleta Tirkîyê û Îranê tevlîhevîyan derdixin û dixwazin li dijî meşa serxwebûnê bibin asteng.

Lê rastî û dîrok daye nasîn ku tu hêz û qewet li dijî bayê azadî û serxwebûnê nikare bisekine!

Carek din, divê em bala xwe bikişînin ser rojevê û sîyaseta dunyê baş binîrxînin.

Li gor berjewendîyên gelê Kurdîstanê dive em bihevra li pey rê û rêbazên nû, ji bo çarenûsa welatê xwe serê xwe biêşînin.

Hinek dem hene ku pêlên guherînan li ser civatan weke ewrê reş, ba û bahozên giran bi xwe re tîne, jîyana civakî serûbin dike. Lê belê, civatên bi rêxistin, bi sazîyên xwe yên pêşketî, dikare bandora ba û bahozan kêm bike an jî bi şêweyekî hosteyî ji bo berjewendîyên xwe yên civakî bi kar bîne.

Erdnîgerîya ku em Îro li ser dijîn, bûye qada şer û tewlîhevîyê. Civatên xwedî hêz û bi rêxistin, li gor berjewendîyên xwe hespên xwe dilezînin.

Gelê Kurd û kêm-netewên kurdîstanê, li ser erdnîgerîya Kurdîstanê bûne armanca êrîşên hovane. Ev êrîş bi piştgirîya dewletên dagîrker û dewletên kevneperestên Ereban ve didome.

Dewletên dagirker û mêtînkar, bi hemû derfet û hêzên xwe ve li dijî gelê Kurd şerê berdewamîya deshilatdarîya xwe dikin.

Gelê Kurd,  li seranserê kurdîstanê li dijî terorîst û dagîrkeran, şerê hebûn û tunebûnê dimeşîne. Gelê Kurd carek din, bi xwîna xwe sînorên Kurdîstanê nexş dike.

Li hemû beşên kurdîstanê, Pêşmergeyên qahraman ji bo dahatûya mirovahîyê şerê azadîyê dikin. Bi hezaran şehîdên kurdîstanê, bi xwîna xwe dara azadîyê avdidin.

Divê baş bê zanîn ku ew kesên ji bo rizgarî û azadîya Kurdîstanê şer dikin, çi nav li xwe dikin bila bikin, di zimanê Kurdî de wateya wê hevokê  PÊŞMERGE ye.

Şoreşgêr, têkoşer, şervan, partîzan, gerilla û hwd, hemû hevok, di têgeha PÊŞMERGE de cîh digire.

Divê her kurdekî welatparêz û xwedî doz, xwe û şexsîyeta xwe, di bin sîya îdeolojî û bawerîyên kor de nerizîne.

Divê weke ala Kurdîstanê, navê Pêşmerge û Kurdîstanê, li seranserê dunyayê belav bibe.

Kurdistan, dergûşa mirovahî û bawerîyan e; Pêşmerge jî hêvî û parazvanên dahatûya mirovahîyê ne!   17:03:2015

Cano AMEDÎ

Back to top button