Polîtîk

Xortên Demoqrat bi rengên netewî pêşwaziya Newrozê kirin

Xortên Demoqrat yên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de wekê salên berê bi rengên xwe yên netewî Newroza xwe pîroz kirin.

Di Newroza Amedê ku nêzî milyonek Kurd beşdar bûn de, ti rengên netewî xûya nedibûn lê Xortên Demoqrat yên Amedê wekê par û perar bi dehan alên Kurdistanê û posterekî mezin ê Serok û Rêberê şoreşa Kurd Mele Mustafa Barzanî li qada Newrozê bilindkirin û bi hilgirtina poster û alên Kurdistanê li seranserê qadé gerandin.

Xelkê Amedê bi bilindkirina poster û alayên Kurdistanê matmayî man û bi germahiyek mezin û bi coş tevî vê gerandinê bûn û alên Kurdistanê dest bi dest ji aliyê xelkê ve li qada Newrozê hate gerandin.

Gelek balkéş bû ku, di vê heyecanê de Jin û Xortên Demoqrat bi yek dengî dirûşmên Yan KURDISTAN Yan Neman û Bijî KURDISTAN li qadê Newrozê bi dengekî bilind qiriyan.

Wekê tê zanîn li Amedê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê BDP’iyan ve tê organîzekirin. Di vê organizeyê de her tim ji daxwaz û bendawariyê Kurdayetiyê dûr dimînin û ew rewş jî gelek caran ji aliyê xelkê Amedê ve ti car nehatiye pejirandin.

Xortên Demoqrat li Bakurê Kurdistanê ji kêmanî û bê dengiya netewayetî gelek caran nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr be cûr nîşan didin. Daxwaza wan ew e ku li bakurê welêt bi bingehek Kurdewarî û bi xetekî netewayetî bibin bersiva kêmaniyên siyasî.

Back to top button