Nivîsar

XIYANET

… Ne kesên ku Kurdisataneke serbxwe dixwazin, bêlkû yên li dijî damezirandina Kurdistaneke serbixwe derdikevin, xayinên welêt in.

Husên Duzen

Van rojan PKKyî dîsa peyva xiyanetê mîna benişt di devê xwe de dicûn. Xwedê xêr bike!

Ger mêrek bi dizî biҫe bi jineke biyanî  re têkeve têkiliyeke zayendî, mîna xiyanetê tê hesibandin. Her weha ger jinek bi bi dizî biҫe bi mêrekî biyanî re têkeve têkiliyeke zayendî jî mîna xiyanetê tê hesibandin. 

Bi qasî ez fam dikim, PKK û mirovên derdora wê peyva „xiyanetê“ ne bi vê wateyê bi kar tînin. Li gor wan kî mîna wan nehizire û tiştên ew dixwazin pêkneyne, ew xayin e.

Gelo PKK dixwaze Kurdistaneke serbixwe damezirîne û hinek li dij derdikevin? Ger wisa ba, mirov ê bigota ew kesên ku li dijî projeya PKKê ya ji bo serxwebûna Kurdîstanê derdikevin, xayinên Kurdistanê ne. 

Bi qasî ez dibînim em bi berovajiyî vê yekê rûbirî dimînin. Ew kesên li derdor PKKê ku neyarên Kurdistaneke serbixwe ne, êrîşan dibin ser wê axa pîroz ku li ser Alaya Rengîn li ba dibe. 

Ka me ҫi ji vê yekê fam kir? Hûnê bibêjin hin kesên esîl kurd mîna bûkên paҫikî didin dû xwe û ji nirxên kurdewarî re ҫêran dikin, lema divê em li gotina wan guhdarî bikin.

Ger hûn ji min bipirsin, bê min ҫawa li gotina gelê Almanyayê yê ku di salên 1930î de bi helbijartinê Hîtler anîn ser desthilatdariyê, guhdarî nekir, ez li dengê kurdên li dijî Axa Azad, Alaya Rengîn û desthilatdariya wê jî guhdarî nakim.

Xiyanet, karekî wisa ye ku mirovên welatekî serweriya xwe naxwazin. Ger hûn  ji min bipirsin, ne kesên ku Kurdisataneke serbxwe dixwazin, bêlkû yên li dijî damezirandina Kurdistaneke serbixwe derdikevin, xayinên welêt in.

We got erê?

29.4.2022

Têbinî: Ev nivîs ji Facebook a Husên Duzen hatiye wergirtin..

Back to top button