Nivîsar

Xiyanet nikare li ser diblomasiyeta hekîmane serbikeve

Xiyanet nikare li ser diblomasiyeta hekîmane serbikeve
Kurdistan di navbera xiyanet û piştevanên diblomasî de

Remezan Nisredîn Kêvlî

Xiyanet û diblomasiyet dû peyvin ku gelek caran di nav me kurdan de têne bihîstin.Li vire her yêk ji me li gor berijwendiyên xwe pênasa van herdu gotinan dike. Belê dibe ku xiyanet di siyasetê de bi wek tektîk bête hijmartin yan jî peyveke li gel syasetê gelek guncayî ye.

Eger em li ser astê welatan temaşe biken, em neşên(nikarin) bêjin filan welatî xiyanet li welatê dikir. Belê eger em li ser astê navxwe bihên şêrove bikin, , nexasme bu milletekê bin dest, belê xiyanet heye û tê kirin û eve li mêjuya kevin û nû ya kurdan de hatiye kirin û encamên wê jî xirab bîne li ser ezmuna bizava rizkarî xwaza kurdî yan jî wan mîrinşîn û şoreşên kurdî.

Bi dîtina gelek ji mêjunîvêsan mezinirîn xiyanet li 16 Oktubera sala borî hatiye kirin û ku ax hate firotin û hêvyên milletekê bin dest hatin şikandin. Lê belê ne bi vê xiyanetê û ne jî bi yên berî wê nekarîne pêgehê kurdan lawaz bikin. Bi rol, pêngav, kar û rêkevtinên hikumeta herêma Kurdistanê, taybet jialiyê diplomasiyê ve, kariye şikestinê bi hemî wan pîlanên xiyanetkarî bîne ku ewên li dijî herêma Kurdistanê hatîne darîştin û qunaxeka nû ya diblomasî destpêkir.

Ji bo herêma Kurdistanê jî diyar bû divêt pêdaçûna di pêwendiyên xwe yên navdewletî bike û şêwazê, pêşewazî kirina berêz Nêçîrvan Barzanî ji aliyê serokê Faransayê Macron ve amajên gelek mezin li pişt bûn. Ji ber ku Fransa xudan pêgehekê gelek bihêze li pêwendyên navdewletî û Fransa dikare li dijê her biryarekî rawestê , eger li djî herêma Kurdistan derbiçe û ji layekî din ve Fransa dikare her projeyekî pêşkêşî êmnahiyê bike ji bu piştevanî kirina milletê Kurd.
Baştirîn belge li sala 1991ê rolê Fransa li Kurdistanê dirust bûye, nimuneya geşeya siyasî ye li Rosjhilata Naverast, sedema rexnên me li ser gelek babetan. Ev pêngava li Parîs hatiye avêtin derencamên wê di berjewendiya herêma Kurdistanê da bûne. Ji lewra piraniya çavderên siyasî berêz Nêçîrvan Barzanî,wek endezyarê dîplomasiyê didin nasandin.

Li vire encamê vê gotarê ewe ku xiyanet neşêt li ser dîplomasiya hekîmane serikeve. , xyanetkar serşur û şerimzar bûn beramberî mllet û dujminên xu û serkeftin bu rêa rast bû
Li beramberî miletê û dijminên xwe, serkevtin ji bo rêya rast bû.

Back to top button