Nivîsar

Xeta sor a PDKê

Civînên rojên derbasbûyî yên PDK û YNK û Goranê ji bo pêkanîna her sê serokatiyan, civînên teşrîfat û xweşkirinê nebûn û bi kurt û kurmancî ji hev re gelek tişt gotine. Helbet di medyayê de berevajî vê yekê hatiye belavkirin, lê rastiya wê ew e ku qonaxa xwendina ajendaya hev û çêkirina jihevfêmkirina destpêkê temam bûye û li ser vê bingehê danûstandin ber bi qonaxeke nû ve diçin. Her çiqas wisa diyarbû ku hikûmeta Iraqê zûtir pêkhateya wê temam dibe, lê li gor wan zanyariyên ku hene, şansê pêkanîna kabîneya nû ya Kurdistanê ketiye pêşiya Bexdayê. Sedema wê jî zelal e: Desteya Îranê ya li Bexdayê û hevşêwaya wê jî li Beyrût heye di pêkanîn û blokkirina pêkanîna hikûmetan de û sepandina namzedên xwe ji bo postên hestiyar ên wezaretan. Li Hewlêrê piştî serkeftina PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de, ew deste nemaye û bi wê nayê blokkirin.

Şanda YNKê ku hatibû cem PDKê sê şandên sê baskên nav YNKê bûn ku xuya nekiriye gotineke wan a hevbeş bi wan re hebe. Lewma jî hinek ji wan li ser maseya danûstandinê li hev silav dikir û kamerayan jî ew dîmen tomar kirine. Weke kesekî agahdarê YNKê jî ji min re behs kir, endamên şandê bi awayekî nerasterast ji şanda PDKê re gotine ku bi hukmê wê yekê ku cografyayek di destê YNKê de ye, baştir e li ser bingeha wê yekê, hikumraniya Kurdistanê weke berê bi fîftî fîftî were birêvebirin. Lê belê şanda PDKê li ser wê yekê rijd bûye ku her çiqas rola YNKê weke giring dibînin jî, bi wan re venagerin fîftî bi fîftî û gotine divê li ser bingeha encama hilbijartinan YNK di hikumraniyê de beşdar be. Endamekî Polîtburoya YNKê jî di civînê de behsa wê yekê kiriye ku madem wisa tê kirin, bila YNK bibe opozisyon. Li gor zanyariyan bersiva PDKê ji bo wê îhtimalê ew nebûye ku nabe YNK bibe opozisyon û biryara dawî ji YNKê re hiştiye.

Berevajî civîna YNKê ya li gel PDKê, şanda Goranê ku hatine cem PDKê, yekgotin bûn û helwest û plana wan a beşdariyê zelal bû. Min ji çavkaniyeke PDKê bihîst ku her çiqas YNK gelek li dijî beşdariya Goranê ye, lê PDK ji Goranê re gotiye ku meyla PDKê ji bo beşdariya Goranê di desthilata vê xulê de li dijî YNK û ji bo biçûkkirina YNKê nîne, ji ber wê rola bi bandor e ku Goran dikare ji bo bihêzkirina hikumraniyê bilîze. Weke nimûne jî dosyeya petrolê anîne ku heta wê dema ku hinek xortên kêmtecrube yên weke Yûsif Mihemed rîsê Newşîrwan Mistefa ji bo beşdariyeke çar salên aram di hikumraniyê de nekiriye hirî, di bin bandora wê demê ya Goranê de şefafiyeta zêdetir di dosyeya petrolê de bi anîna kompaniya hûrbînî ya cîhanî ya weke Delotte çêbû.

Piştî wan civînan wêne bi awayekî din guherî. Weke mînak hefteya derbasbûnê behsa wê yekê dihate kirin ku eger YNK posta Cîgirê Serokê Hikûmetê werbigre, kesekî ewehiyê datîne wê postê. Lê belê niha di nav YNKê de jî û heta di nav PDKê de jî dîsa navê Qubadê kurê Mam Celal tê ji bo wê postê. Bi baweriya min jî guhertina hevdemî ya serokwezîr û cîgirê wî di hikûmetê de ku gelek projeyên berdewam ên kabîneya berê jî bi xwe temam bike, ne baş e û Qubad dikare alîkarekî baş ê Mesrûr Barzanî be. Bi taybetî herdû jî demeke dirêj li Waşintonê bûn û kultura xebata rojavayiyan dizanin, dikarin gelek zû zimanê hevbeş ji bo xebata bihevre bibînin.

Eger ev biqewime, dibe ku posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Leşkerî ji Tevgera Goranê re yekalî bibe. Ev jî dê bibe posteke giring û bi desthilat. Ji ber ku dibe cîgirê Nêçîrvan Barzanî, ku bi desthilatên berfireh ên nav yasayên Serokatiya Herêma Kurdistanê dê di çar salên bê de serokatiya welat bike. Yek ji tehedayên herî sereke yên serok û cigirê wî dê yekkirina hêzên Pêşmerge be, ku weke dizanin ji bilî ku daxwazeke sereke ya hevpeymanên navdewletî ye, di salên derbasbûyî de daxwaza Tevgera Goranê û Kak Newşîrwan jî bû.

Niha bi liberçavgirtina wê rastiyê ku Yekgirtû dibe opozisyon û Nifşa Şasiwar jî nabe were beşdarkirin, ji ber ku popolîst e û bi beşdariya xwe dê hikûmet lerzok bike. Ewê ku dimîne Komela Îslamî ye ku dibe PDK xeta sor li ser wê danîbe. Ev jî li gor baweriya min xelet e, çimku eger bi destkeftina hilbijartinan be, nabe Komel were nadîdekirin, eger bi ketin û dijayetiya PDKê jî be, Komel ji YNK û Goranê nekiriye ku xeta sor li ser were danîn. Rastiya wê jî goşegîrkirina Komel dikare qaîdeya xwe, neku qiyadiyên xwe bike nêçîreke hêsan ji bo tevgera îslamî ya tundajo ku berevajî Komel baweriya tevgera çekdarî hebe. Lewma di hemû rewşan de baştir e ku PDK li gel Komelê jî danûstandin bike û li derveyê çarçoveyê nehêle.

Hêmin Ebdullah/Rûdaw

Back to top button