Nivîsar

Xeniqandina Kemalîzmê di xwîna Kurdan de

Sal 1991, dema Yekîtiya Sovyetan rûxiya, diviyabû ku li Tirkiyê jî Kemalîzm rûxiyabûna. Lê belê ji ber ku Kemalîzma Tirkiyê adana xwe ji Emperyalîzm û Komunîzmê girtiye û xwe di hemû sazî û dezgehên welêt de nixumandiye, temenê xwe jî dirêj kiriye û jiyana xwe heta niha jî daye domandin.

Bêguman çewa ku Sedam Husey di nêv xwîna Kurdan de xeniqî û çû, Kemalîzm jî wisan di nêv xwîna Kurdan de fetisiye û li ber çûnê ye.

Lê belê ji ber ku rewşa Tirkiyê ji ya Îraqê cudatir e û li Tirkiyê xelkên cuda yên bêbingeh ku xwe li ser bingeha Kemalîzmê hêwirandine, li Tirkiyê ew Kemalîzma leng
ku top avêtiye jî, dîsa herwekî tiştek nebûye bi hawa û rengên cuda didin jiyandin.

Ev qefleyên mirovan ên bêbingeh ku li Tirkiyê xwe li ser bingeha Kemalîzmê bi cih kirine û xwe wek ”Leşkerên Mistefa Kemal” bi nav dikin, çendî ku bêumîd bûne jî, lê niha ketine kuçe û kolanan û serî rakirine.

Kevneserokê CHPê Deniz Bayqalê nijadnenas, eşkere li Parlemanê got ku ”ez ebûqatê wan im”.

Serokê niha yê CHPê Kemal Kilicdarogluyê ku Kemalîzmê 40 kes ji xizmên wî kuştine, eşkere gotiye: ”Ez leşkerê Mistefa Kemal im.”

Li Meydana Teqsîmê kesên ku rabûbûn lotikan û xwe hetikandine, digotin ku ew ”Leşkerên Mistefa Kemal in.”

Baş e di van 80 salên bihurî de, wehşeta ku leşkerêm Mistefa Kemal bi Kurdan kiriye, ka em berê xwe bidin van wêneyan, wê çi ji mejiyê mer e bêjin:


 
WÊNE YEK:
Ev wêne li Dêrsimê hatiye girtin. Dema leşkerên Mistefa Kemal, Kurd dikuştin, çar leşkerên Mistefa Kemal serê kurdekî jê kirine û du leşkerên rûniştî bi porê wî girtine, wêneyekî dîrokê ji bo Kurdan û ji bo medeniyeta dinyayê diyarî hiştine.

   
 
WÊNE DIDU:
Eynî leşkerên Mistefa Kemal 75 sal piştre eynî hawe bi kar anîne û serê du Kurdan jêkirine û leşkerekî bi herdu destên xwe her yekê bi serê kurdekî jêkirî girtiye û wêneyekî mêjûyî ji bo Kurdan diyarî hiştine.


 

WÊNE SISÊ:
Leşkerên Mistefa Kemal li Geliyê Zîlanê jineke Kurd a ducanî bi siguyê tivingê gelaştine û zarûka tê de derxistine derva û termê lêwik li ser termê diya wî dirêj kirine û wêneyê wê kişandine. Ev wêne jî diyariya Kemalîzmê ye ji bo Kurdan.

WÊNE ÇAR:
Ev wêne jî di 1925an de dema Şêx Seîd û 46 hevalên wî xeniqandine, piştre yeko yeko hatine berhevkirin û wek tablo pêşkêşê Kurdan bûye.

 

WÊNE PÊNC:
Leşkerên Mistefa Kemal çend kurdên ku kuştine, werîs bi lingê wan ve girêdane û ji dûr ve dikişînin.


 

WÊNE ŞEŞ:
Leşkerin Mistefa Kemal, dîsa termê kurdekî ji aliyê wan ve hatiye kuştin, ji aliyê du leşkeran ve tê kişandin û leşkerek jî bi lingê xwe yê rastê pê li serê kurdê kuştî kiriye.

 

WÊNE HEFT:
Ez zarûkên Kurd tev ji aliyê leşkerên Mistefa Kemal ve hatine kuştin.

Birayên Hêja
Ez êdî zêde nanivîsim û bi sedan wêneyên weke van jî nîşan nadim.
Lê divê her kurdek bizanibe ku leşkerên Mistefa Kemal eger îro jî riya xwe bibînin, wê ji van wêneyan xirabtir li Kurdan bikim.

Enqere 30/06/2013

Behram Badik

Back to top button