Polîtîk

Xaneqîniyan bi bilindkirina alayên Kurdistanê bersiva Malikî da

Duhî roja duşemiyê bi hizaran kes xelkê Xaneqînê li dijî birayara serokwezîrê Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê, derketin kolanan û bi xwepêşandanke dirseyê û bi bilinkirina bi hizaran alayên Kurdistanê bersiva Nurî Malkî san.

Li gor hindek çavkaniyên di dema xwepêşandanê de, xwepêşnaderekî agir berdaye laşê xwe û weke derbirîna nerazîbûnê li henber biraya Bexdayê hewila xweşewitandinê daye û bi giranî birîndar bûye.

Dilêr Hesen ji malpera Aswat Îraq re got: Nêzîkî 20 hezar kes ji xelkê Xaneqînê li dijî biryara serokwezîrî Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê xwepêşandan kir û yeke ji xwepêşanderan agir berda laşê xwe û bi giranî birîndar bû. Herwesa xwepêşanderan alayekê Kurdistanê bi dirêjahiya 4 metroyan bilind kir bû.

Back to top button