Polîtîk

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê: Guherîna Elfubê zerûret bû

Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kiriye ku guherîna kitêba elfubê zerûretekî perwerdeya serdemiyane bûye.

Dr Îsmet Mihemed Xalid Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kiriye ku li gel rêzên min ji bo westabûna wan kesên ku berê elfubêyê daniye, lê belê li Herêma Kurdistanê da elfubêyekî‌ seranserî û yekgirtî nebû, çend cûreyek hene, ji bo wê yekê pêwîst bû ku elfubêyekî nû bê danîn”. 

Li gor zanyariyan, lîjneyekî‌ 20 kesî programekî nû ya xwendinê daniye û ji niha de 20 hezar dane ji wê programa nû kitêbek de hatine çapkirin û li ser 100 xwendingehan de hatiye dabeşkirin. Li vê çarçêweyê de sûd li dû kitêbên Îbrahîm Baldar û Ebesûr û programa çendîn welatên din hatiye wergirtin.

Back to top button